YPG’ê derbên giran li DAIŞ'ê xist
KOBANÊ (DÎHA) – Şervanên YPG’ê taxa Miştenûr a başûrojhilatê bajarê Kobanê ji çeteyan paqij kir. Di operasyona paqijkirinê de 25 çete hatin kuştin.
Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku operasyona paqijkirina bajarê Kobanê ya ku hêzên YPG’ê di 18’ê kanûna 2014’an de destpêkirine, bi hemû hêza xwe didome. Di çarçoveya vê operasyonê de şevê din li taxa Miştenûr a başûrojhilatê bajarê Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnên ku heta vê sibê dom kirin de gelek nuqteyên taxê ji çeteyan hate paqijkirin û têde 25 çete hatin kuştin. Her wiha şervanan miqdareke cebilxaneya çeteyan jî destser kirin.
Li eniya berxwedanê ya rojhilatê bajêr jî li derdora dibistana Reş di navbera şervanan û çeteyan de pevçûn rû dan. Derbarê encamên van pevçûnan agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
(wk)