YPG'ê du peymanên navneteweyî mor kir
AZÎZ KOYLUOGLÛ - GIRKÊ LEGÊ 05.06.2014 11:38:08 Yekîneyên Parastina Gel ên Rojavayê Kurdistanê (YPG) der barê qedexekirina mayinên antî personel û di şert û mercên şer de parastina sivîl û jinan de du peymanên navneteweyî mor kir. YPG'ê her wiha qebûlnekirina ciwanên kêmî 18 salî li refên YPG'ê di prensîbê de qebûl kir û da xuyakirin ku ewê peymana navneteweyî ya di vî warî de di nava mehekê de îmze bike.
Banga Cenevreyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ya navenda wê li bajarê Swîsre Cenevre ye, bi heyete bi serokatiya şefê operasyonê Paskal Bongard çû serdana Rojava.
Heyetê bi Wezareta Parastinê ya Kantona Cizîrê û rayedarên YPG'ê re hevdîtin kir. Li dû hevdîtinê, di navbera aliyan de, li ser qedexekirina mayinên antî personel û şert û mercên şer de parastina sivîlan û jinan de du peymanên navneteweyî hatin morkirin.
Peyman bi merasîmekê hatin morkirin. Di merasîma îmzeavêtinê de ji Banga Cenevreyê Paskal Bongard, şefê Rojhilata Navîn Mehmet Balci û şefê Sûriyeyê Yûsûf Wehbî, li ser navê Rêveberiyên Xweser ên Rojava Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan, li ser navê YPG'ê berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl, li ser navê YPJ'ê jî Xaliya Nîmet amade bûn.
Di merasîmê de aliyan, du peymanên navneteweyî yên li ser xalên "qedexekirina mayinên antî personel û parastina sivîl û jinan di şert û mercên şer de" hatin îmzekirin.
Di daxuyaniya li merasîmê de her wiha qebûlnekirina ciwanên kêmî 18 salî li refên YPG'ê di prensîbê de hat pejirandin û peymana di vî warî de jî wê di nava mehekê de were îmzekirin.
Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan li merasîmê axivî û ragihand ku hêzên wan ên parastinê ji destpêkê ve dilsozên peymanên navneteweyî ne û destnîşan kir ku di encama hevdîtinên salekê yên bi Banga Cenevre re, peyamên di prensîbê de pê re dilsoz in, mor kirine.
Li ser navê Banga Cenevre Paskal Bongard jî, ji ber peymaneke bi vî rengî mor kirine ji YPG û YPJ'ê re spas kir. Bongard diyar kir ku ewê ji niha û pê ve bi YPG û YPJ'ê re li ser parastina sivîlan û hiqûqa şer, xebatan bimeşînin.
Bongard da zanîn ku di rêziknameya YPG'ê de qedexe ye mirovên ji 18 salî biçûktir weke şervan bên wergirtin û destnîşan kir ku ev xal erênî ye. Bongard ragihand ku ji ber hin kêmasiyên teknîkî peymana di vî warî de nikare niha bê morkirin, lê wê di nava mehekê de ev xal jî were morkirin.