YPG’ê du çalakî li dijî DAIŞ’ê pêk anîn
Hêzên YPG’ê li başûrê bajarê Til Temir û rojavayê herêma Kobanê du çalakî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn
30 Gulan 2014 ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN– Hêzên YPG’ê li başûrê bajarê Til Temir û rojavayê herêma Kobanê du çalakî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, her wiha du tirimpêlên çeteyan û miqdarek ji bombeyan ketin destê şervanên YPG’ê.Li ser riya Til Temir - Heleb çeteyên DAIŞ’ê şevê din saet 23.00’an de hewl dan pêşve werin, rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin. Di encamê de pevçûn rû dan û çete neçar man paşve birevin û pey xwe du tirimpêlên leşkerî û 40 bombeyên destan û alavekî bêtêl yê navendî hiştin û ketin destê şervanên YPG’ê.
Li rojavayê herêma Kobanê jî şervanên YPG’ê çalakiyeke leşkerî pêk anîn û navendên çetên DAIŞ’ê yên li gundê Xerb Eto topbaran kirin. Derbarê ziyanên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidest xistin.
(jh)