YPG'ê gundekî Til Koçerê rizgar kir
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervnaên YPG'ê êrîşa çeteyên ku ji sînorê Iraqê derbas bûn têk birin û gundê Hireşiyê yê li başûr-rojavayê bajaroka Til Koçerê rizgar kirin.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniyê ya Yekînekyên Parastina Gel hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê duh saet di 13.00'an de ji sînorê Iraqê ketin başûr-rojavayê herêma Til Koçerê û li gundê Samiriyê êrîşek pêk anîn. Hêzên YPG'ê di heman demê de bersiv dan vê êrîşê û bi qasî 2 saetan şerê dijwar qewimî. Çeteyek dema ku dixwest êrîşa xwekujî pêk bîne, hat kuştin. Hêzên YPG'ê li vê herêmê 6 çete kuştin û 3 çete jî birîndar kirin. Her wiha tirimpêlek zirxî ya Hummer jî desteser kirin.
Şervnaên YPG'ê piştî ku êrîşên çeteyan têk birin, gundê Hireşiyê yê li başûrê gundê Samiriyê ku çete lê bicih bibûn, rizgar kirin.
Li gorî agahiyên Navenda Çapemeniyê, şervanekî YPG'ê ji bo têkbirina êrîşên çeteyan roleke girîng lîst û bi fedayî şer kir heta ku gihîşt asta şehadetê.
(he)