1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG'ê kontrola deriyê sînor ê Rabîa xist destê xwe
YPG'ê kontrola deriyê sînor ê Rabîa xist destê xwe,ypg,ê,kontrola,deriyê,sînor,ê,rabîa,xist,destê,xwe

YPG'ê kontrola deriyê sînor ê Rabîa xist destê xwe

A+ A-

MÛSIL 11.06.2014 07:01:23 Deriyê Sînor ê Rabîa yê li pêşberî Deriyê Sînor ê Til Koçer, ku piştî çeteyên DAIŞ temamiya wîlayeta Nînova ya Mûsil jî di nav de xist destê xwe û artêşa Iraqê ev deriyê sînor vala kir, kontrola wê ket destê YPG'ê.

Piştî ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê temamiya wîlayeta Nînovayê ku paytext wê Mûsil e xist bin kontrola xwe, artêşa Iraqê hêzên xwe yên li gelek nuqteyên di bin kontrola xwe de vala kir. Piştî ku hêzên Iraqê di êvara 9'ê Hezîranê de nuqteyên li Deriyê Sînor ê Rabîa yê li pêşberî bajarê Til Koçer ê Rojavayê Kurdistanê terikandin, YPG ket nava tevgerê. Hat hînbûn ku Deriyê Sînor ê Rabîa di rewşa heyî de di bin kontrola hêzên YPG û Pêşmergeyan de ye.

Rabîa û Til Koçer ku beriya niha di destê DAIŞ'ê de bûn, weke navendeke êrîşê dihatin bikaranîn. Lê belê di encama operasyonên YPG'ê de di 26'ê Cotmeha 2013'an de Til Koçer hatibû rizgarkirin û kontrola Deriyê Sînor ê Rabîa jî ketibû destê artêşa Iraqê.