1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG'ê li aliyê başûrê Serêkaniyê 10 km pêşde çû
YPG'ê li aliyê başûrê Serêkaniyê 10 km pêşde çû,ypg,ê,li,aliyê,başûrê,serêkaniyê,10,km,pêşde,çû

YPG'ê li aliyê başûrê Serêkaniyê 10 km pêşde çû

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên Parastina Gel li gundên başûrê bajarê Serêkaniyê dest bi operasyoneke leşkerî kirin û 10 km li aliyê başûrê bajarê pêşde çûn.

Derbarê rewşa dawî ya bajarê Serêkaniyê de Navenda Çapemeniya YPG'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Welatî û rûsipiyên gundên başûrê bajarê Serêkaniyê ji ber ku rastî kiryarên çeteyên DAIŞ'ê dihatin. Ji me xwestin ku em gundên wan ji çeteyan paqij bikin. Li ser banga wan yekîneyên me li gundên aliyê başûr li dijî komên çete yên DAIŞ'ê operasyoneke leşkerî ya berfirh lidar xistine û têde şervanên me ji nuqteyên xwe ve 10 km bi aliyê başûr pêşde çûn."

Di daxuyaniya YPG'ê de hate diyarkirin ku di encama operasyonê de çete neçar man ku paşve vekşin û hate gotin ku welatiyên herêmê dibînin ku YPG'ê ew ji zordariya çeteyan xelas kirine bi hatina şervanên YPG/YPJ'ê gelekî kêfxweşin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yekîneyên wan niha li cihê ku xistine di bin kontorla xwe de, ne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Beriya niha me soz dabû ku herêmên Rojava ji 'terorîstan' biparêzin. Em dîsa soza xwe dûbare dikin û em ê Rojava bi temamî biparêzin bê ku cudahiyê bixin di navbera pêkhateyên herêmê de."

(he)