YPG'ê li Girê Zorava darbeyên mezin li çeteyan da
RIHA (DÎHA) -Girê Zorava ê ku li rojavayê gundê Siftekê yê ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş kirin bi temamî ket bin kontrola YPG'ê. Dema çeteyên DAIŞ'ê reviyan welatiyên sînor temaşe kirin û keyfxweşiya xwe diyar kirin.
Piştî li Kobanê êrîşên çeteyan dest pê kirin li sînorê Pirsûsê ya berxwedana gel dest pê kir û berxwedan berdewam dike. Duh çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş li Girê Zorava yê li gundê Siftekê kirin û şevûn heya derengî şevê berdewam kirin. Tê gotin ku çeteyên DAIŞ'ê di nava rojê de windayên mezin da û çeteyên DAIŞ'ê di seatên şevê de jî bi operasyona YPG'ê ji Zorava hatin derxistin. Çeteyên DAIŞ'ê neçar man gir berdin û birevin gundê Siftekê û tê gotin ku kontrola gir bi temamî niha di destê YPG'ê de ye.
Welatî geşedanan di şopînin
Welatiyên li gundê Siwêdê yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê li hemberî gundê Siftekê nobetê digirin piştî roj ronî bû qad şopand û dema dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê reviyan bi pêşandanê keyfxweşiya xwe anîn ziman.
(bd)