1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG’ê li Serêkaniyê dêr ji komên çete rizgar kir
YPG’ê li Serêkaniyê dêr ji komên çete rizgar kir,ypg,ê,li,serêkaniyê,dêr,ji,komên,çete,rizgar,kir

YPG’ê li Serêkaniyê dêr ji komên çete rizgar kir

Li Serêkaniyê şervanên YPG'ê piştî pevçûnên dijwar, komên çekdar ên di dêrê de xwe bi cî kiribûn derxistin û dêra Siryan a Ortodoks ji komên çete rizgar kirin.

A+ A-

Li Serêkaniyê şervanên YPG'ê piştî pevçûnên dijwar, komên çekdar ên di dêrê de xwe bi cî kiribûn derxistin û dêra Siryan a Ortodoks ji komên çete rizgar kirin. Pevçûnên li bajêr hîn didomin.

Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete ku bi desteka Tirkiyeyê êrîşî Serêkaniyê kirin û dest bi talankirina malên sivîlan kirin kete roja xwe ya 13’an. Piştî ku şervanên YPG'ê bersiva êrîşên komên çete dan pevçûnên dijwar rûdan. Di encamê de gelek kuştiyên komên çete çeêbûn û 11 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha gelek welatiyên sivîl bûn hedefa segvanên komên çete û herî dawî îro welatiyek 75 salî ji aliyê komên çete hate sûîqestkirin. Beriya 2 rojan jî 2 jinên ciwan bi topa ku mala wan ket jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên din birîndar bûn.

ŞERVANÊN YPG'Ê LI ZIGILA DÊRA SERÊKANIYÊ DAN

Komên çete ku li beramberî bersivdayina şervanên YPG'ê tengav bûne, xwe di cihên pîroz de bi cî dikin û ji wir êrîşê welatiyan dikin. Îro di encama berxwedana şervanên YPG'ê komên çete ku di Dêra Siryan a Ortodoks de bi cî bibûn, ji wir êrîşî sivîlan dikirin bi temamî derxistin. Şervanên YPG'ê beriya çend saetan li zingila dêrê dixistin û azadiya wê ji destê komên çete ragihandin.

PEVÇÛN HÊ DIDOMIN

Di heman demê de pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û komên çete de li Taxa Mehetê û derdora çargoşeya ewlekariyê berdewam dike. YPG’ê duh gelek cih ji bin kontrola komên çete derxistibûn û komên çete yên ku li taxa Mehetê hewl didin ku careke din van ciha bi dest bixin.

Her wiha çekdarên ku hewl didin ku careke dêrê û taxa Ebrê bixin bi kontrola xwe li beranberî berxwedana şervanên YPG'ê hatin û pevçûn dijwar rû dan. Li derdora gundê Tiwêmîn yê 7 kîlometrî başûrê Serêkaniyê pevçûn di nav YPG'ê û komên çete de didomin.

Di pevçûnan de kuştî û birîndarên komên çete hene. Di pevçûnên duh de şervanên YPG'ê gelek çekdar dîl girtin. Ji aliyê Tirkiyeyê ve hîn alîkarî ji komên çetere tên, her wiha tabûra bi navê Şuheda'i Eldahiriye xwe ji pevçûnan bi şûn de xwe vekişand.