YPG’ê nasnameya şervanekî Emerîkî ragihand
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya Şervanekî Emerîkî ku di Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de jiyana xwe ji dest daye, eşkere kir.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya Şervan bi daxuyaniyekî ragihand.
Destkeftiyên ku di Rojava de hatina bi dest xistin ne tenê ji bo welatiyên vê hêremê, heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê ye nirxekî mezin e.
Lewma Şoreşa Rojava bûye Şoreşa mirovahiyê. Bi berxwedaniya bêhempa ya Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ û Gelê Rojava ya li dijî çeteyên hov a DAIŞê bala hemû cihanê kişand li ser vê lehengiye. Li ser vê esasî di dema dawî gellek hemwelatiyên ji welatên çar aliye cihanê hatin û wekî dilxwazên biyanî cihê xwe di nava vê şoreşê de girtin. Yek ji wan tekoşeran jî Rêhevalê me Jordan yê bi eslê xwe Emerîkî ye.
Rêheval Ciwan Firat (Jordan Mactaggart) bi ruhê xwe yê giranbûha û rûyê xwe ya bi ken di nav refên me de cih girt. Di hemû çeperên şer yê li dijî Terorîstan de amade bû û çeke wî di nava destên wî de bi hawara gelên me de çû.
Heval Ciwan, ji bo tevlî hemleya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Minbicê dabû dest pê kirin be, gellek bi israr bû. Êşê gelên di bin DAIŞê de mabûn ji kûr ve dibihist û dixwast di nav vê hemleya dîrokî de rolek bileyize. Him hêrsa xwe ya li dijî erorîstên DAIŞê dixwast derbixe û him jî jin û zarokên di şer de wekî mertalên zindî dihatin bikaranîn rizgar bike. Armanca tekanê ya heval Ciwan ev bû.
Di 3’ê Tebaxê de hêzên rizgarkirina Minbicê ji bo xilaskirina sivîlên di nav destê çeteyan de operasyonek taybet lidarxistin. Heval Ciwan jî di vê operasyonê de cihê xwe girt. Di şer û pevçûnên dijwar de bi lehengî şer kir heta keliya ku ew şehîd ket.
Rê hevalê me Jordan di şoreşa Rojava de bi lehengî cih girt û bi vînekî mezin di çeperên şer de li ber xwe da.
Em dikarin bêjin ku Şehîd Jordan banê biratiya gelan xurtkir û ala azadiya gelê bin dest bilindkir. Tekoşîna rêheval Jordan û berxwedaniya wî ya li Rojava, şoreşa Rojava hin behtir dewlemend kir û navê xwe li dîroka biratiya gelan de neqişand.
Di dawiyê de em ser saxiyê ji malbata şehîd Jordan re û tevahî malbatên şehîdan re duxazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Navê Tevgerî: Ciwan Firat
Navê Rast: Jordan Mactaggart
Navê Dayikê: Malissa
Navê Bav: Robert
Cihê Ji Dayikbûnê: Colorado / USA
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 03 Tebaxê 2016
(dm)