YPG’ê navê hemleya Cizîrê diyar kir
A+
A-
MEHMET NURÎ EKÎNCÎ
NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê navê hemleya ku di 6’ê gulanê de li ser daxwaza gel li Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê bi armanca paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, diyar kir.
Li gorî agahiyên ku rayedarên YPG’ê dane, navê hemleyê wekî, “Hemleya Rizgarkirina Bejahiya Rojavayê Kantona Cizirê” hatiye diyarkirin.
Di çarçoveya hemleyê de heta niha bi dehan gund û gundik hatine rizgarkirin û bi sedan çete hatine kuştin. Her wiha gelek çek û cebilxaneyên çeteyan jî hatine destxistin.
Duh jî hêzên YPG’ê ketin gundê Rezazê yê li rojavayê Hesekê û pevçûnên dijwar hatin jiyandin. Bi vê yekê re hêzên YPG’ê 6 kîlometre nêzî Çiyayê Ebdulezîz (Çiyayê Kizwanan) ê ku di destê çeteyan de ye bûn.
(aq)
ANHA
Bêjeyên Miftehî ypg,ê,navê,hemleya,cizîrê,diyar,kir