YPG’ê rêveberiyê da meclîsên gel
YPG’ê rêveberiya Kobaniyê radestê meclîsên gel kir
Kobanê - Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bi daxuyaniyekê ragehand ku piştî saziyên bajarê Kobanê ji hêzên rejîmê hatine rizgarkirin, wan ev sazî bi temamî radestî meclîsên gel kirine. YPG’ê spasiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê kir û xwest Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) jî di ware madî û manewî de piştgirî bide wan.
YPG’ê got; “"Yekîneyên me yên girêdayî fermandariya bajarê Kobanê bi piştgiriya gel doh hemû sazî û dezgehên şaredarî û fermî ji destê dewleta baas rizgar kirin. Piştî ku me bajarê Kobanê ji desthilatdariya rêjîma Baasî rizgar kir, me hemû sazî radestî meclîsa gel û saziyên siyasî kirin. Ev pêngava me ya dîrokî di çarçoveya hilweşandina rêjîma Baas a şovenîst û avakirina rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê de pêk hatiye. Divê baş were zanîn ku hemû avahiyên rizgarkirî yên gelê Kurd in. Bi vê tevgera dawî me saziyên xwe ji nû ve bidest xistin."
Fermandariya YPG da zanîn ku ev tevgera wan perçeyek ji Şoreşa Gelên Sûriyeyê ye û ragihand ku rêveberên herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê gelê Kurd ve wê hêzeke mezin bide pêşxistina biratiya di navbera gelên Sûriyeyê de.
Fermandariyê helwesta xelkê Kobanê ya li hemberî tevgera wan jî weha nirxand: "Em weke Yekîneyên Parastina Gel, helwesta xelkê bajarê Kobanê yê leheng silav dikin. Em careke din soz dikin ku emê ji bo parastinên nirxên gelê xwe yên netewî hemû berpirsiyariyên dikevin ser milê me bicih bînin. Herweha em bang li hemû ciwanên herêmê dikin da ku bi awayekî çalak cihê xwe di nava Yekîneyên Parastinê yên girêdayî Fermandariya Kobanê de bigrin. Di heman demê de ji ber desteka dane me, em rêveberiya Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê spas dikin û ji rêveberiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî dixwazin ku desteka madî û manewî bidin me."
ANF NEWS AGENCY