YPG'ê Til Xelef ji komên çeteyan rizgar kir
A+
A-
09:20 05.11.2013 1 / 14 RIHA (DÎHA) - Bajaroka Til Xelef ku yek ji wargehên yekemîn ên mirovahiyê ye û komên çete yên DAIŞ’ê wekî baregehek êrîşên li dijî herêmên Rojava bikar dianî, ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate rizgarkirin.
Bajaroka Til Xelef ku 4 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê û ev ji salekê zêdetire wekî baregehek komên çete dihat bikaranîn, ji aliyê YPG’ê ve hate rizgarkirin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji cihê bûyerê girtine, hêzên YPG’ê di çarçoveya “Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re” de şevê din li herêma Til Xelef çalakiyek berfireh li dar xist. Di çalakiyê de şevêdin herêma Esfer Necar hate bidestxistin. Di saetên serê sibehê de jî bajaroka Til Xelef bi temamî hate rizgarkirin.
Bêjeyên Miftehî ypg,ê,til,xelef,ji,komên,çeteyan,rizgar,kir