1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG’ê tugaya xwe ya duyemîn ava kir
YPG’ê tugaya xwe ya duyemîn ava kir,ypg,ê,tugaya,xwe,ya,duyemîn,ava,kir

YPG’ê tugaya xwe ya duyemîn ava kir

A+ A-

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wekî hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye îlankirin, di çarçoveya xebatên mezinkirina hêza xwe de, tugaya xwe ya duyemîn li Qamişlo ava kir.

YPG ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên gelên herêmê heta niha gelek bedel dane û li hemû bajaran bicîh bûye, hêza xwe mezin dike. YPG’ê piştî ku di meha îlonê de li bajarê Efrînê tugaya yekemîn ava kir, îro jî li bajarê Qamişlo tugaya duyemîn ava kir. Tugaya bi navê “Tugaya Şehîd Sarya” bi merasîmek leşkerî hate îlankirin. Di merasîmê de ji bilî rayedarên YPG’ê, rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan û hinek malbatên şehîdan jî amade bûn.

‘LI HEMBERÎ XETERIYAN EM HÊZA PARASTINÊ MEZIN DIKIN’

Di merasîmê de belavoka îlankirina “Tugaya Şehîd Sarya” ji aliyê rayedarên YPG’ê ve bi kurdî û erebî hate xwendin. Di belavokê de hate destnîşankirin ku ji 2 salan û vir ve pêla azadiyê ya şoreşa gelan li hemû Rojhilata Navîn belav bûye û nêzî salek û nîv e, ev pêl li tevahiya Sûriyeyê jî belav bûye. Di belavokê de hate diyarkirin ku di vê pêvajoyê de xetereya ji aliyê rejîma Baasê ya şoven, ji aliyê din ve jî zîhniyeta înkarker ya hin aliyên muxalefeta ereb û aloziya ewlekariyê ji bo gelên Kurdistanê xeteriyê derdixînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG li hemberî van xeteriyan demeke dirêj e xebatên xwe yên parastinê didomîne û wiha hat gotin: “Xebata me ya parastina leşkerî gihîştiye asteke bilind û tevlîbûna şervanan ji hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê çêdibin. Em ji bo parastina gelê kurd û gelên herêmê her roj şehîdan didin. Bi van amadekariyan em wekî fermandariya YPG’ê li Qamişlo tugaya xwe ya leşkerî ya bi nave Şehîd Sarya îlan dikin. Tugaya Şehîd Sarya dê xebata xwe li bajarê Qamişlo û derdora wê bimeşîne.”

Di dawiya belavokê de bang li hemû ciwanên Kurdistanî yên kurd, ereb, ermenî, asurî, suryanî hate kirin ku tevlî refên YPG’ê bibin û parastina xwe ya rewa bikin.

BAVÊ ŞEHÎD SARYA: EV HÊVIYA ME YA SALAN BÛ

Piştî xwendina belavokê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan bavê Şehîd Sarya Nurî Ebabekir axivî û diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e û ev tişt gotin: “Ev hêviya me ya salan bû. Em hêvî dikin ku hemû keç û xortên kurd tevlî bibin. Lihemberî kurdan lîstik û êrîş hene. Divê hemû kes li dijî bisekine. Ev axa mirovahiyê ye. Ev tugay jî, dê hemû gelên li ser vê axê biparêz e.”

‘ÊDÎ BIMRIM JÎ XEM NAKE’

Piştre ji malbatên şehîdan Yusuf Gulo axivî ev tişt anîn ziman: “Gava hatim vir, min nekarî rondikên xwe bigirim. Ev ji bo min xewnek bû. Em li dijî xwînê ne, lê dijminên me em neçar hiştine ku xwe biparêzin. Ev encama ku niha derketiye hole jî, keda Serok Apo ye, keda Egidan e. Ez 75 salî me, min niha ev jî dît, êdî bimrim jî xem nake. Ez bang li hemû kurd, erep, mesîhiyan, hemû partî û rêxistinan dikim; werim em bi hevre vî welatî biparêzin. Kesên xirabiyê dikin jî bila li van keç û xortan binêrin, ma şerm nakin. Me 4 hezar şehîd dane.”

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.

ANF NEWS AGENCY