YPG: Êrîşa çeteyan ji Tirikiyê û Reqayê pêk hat
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji du baskan ve, êrîşî bajarê Girê Sipî kirine. Şervanên wan bersiv didin çeteyan û pevçûn didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê ku ji du baskan ve li ser bajarê Girê Sipî, pêk tên, daxuyaniyek da.
Dxuyanî wiha ye: “
Piştî hemleya me ye serkeftî ya Şedadê ku tê de derbên mezin li çeteyan hatin xistin, çeteyên DAIŞ’ê şevê din êrîşekî berfireh lidarxistin. Êrîşên çeteyan 26’ê sibatê saet derdora 23.00’an de ji Tirkiye û Raqqa bi awayekî 2 baskan li dijî başûr û rojhilatê Girê Spî hatiye lidarxistin.
Komên çeteyan ku ji aliye Tirkiyê êrîş kirin navenda bajarê Girê Spî û gundên Nestel, Xwêra û Qenetra yên dikeve rojhilatê Girê Spî ku hemû jî li nuqtê sifir a sînor de ne hedef girtin. Komên çeteyan ku ji milê Raqqa êrîş kirin jî xatê gundên Genterî-Şergirat ên dikevin rojhilatê Eyn Îsa û başûrê Silûk hedef girtin.
Hêzên me di cih de bersivê êrîşê çeteyan da û ji ser 15 cihê cûda de di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer derket. Ev şer bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Naverok û encama şeran piştre bi firehî were ragihandin lê em ji gelê xwe û raya giştî re dibejin ku ev êrîşê çeteyan jî wê were şikandin û çeteyan bixusirin”.