YPG: Êrîşên rêjîmê hewldana komkujiyên hovane ye - FLASH
ANHA / HESEKÊ - Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şevê din hêzên rêjîma Baasê li hemberî hêzên YPG’ê û taxên kurdan êrîş daye destpêkirin. Navendê destnîşan kir ku hemû hêzên rêjîma Baasê hatine şikandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê şer û pevçûnên niha li bajarê Hesekê rû didin de bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên rêjîma Baasê, deverên Telaêh, navenda Agirkujiyê û hin nuqteyên din ên di bin serweriya hêzên YPG’ê de ne yên bajarê Hesekê hedef girtine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên hêzên rêjîmê ji aliyê şervanên YPG’ê ve rastî bersiveke tund hatin û heldanên wan hatin şikandin. Her wiha hate gotin ku hêzên rêjîmê di heman demê de taxên Salihiyê, Muftî, Til Hecer ên bajarê Hesekê ku piraniya şêniyên wê Kurd in bi topên hawanê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, gelek welatiyên sivîl birîndar bûne û şehîd ketine.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku niha jî şer û pevçûn li navenga Telaêh û çerxeriya Dêrê û hin taxên din ên bajêr di navbera şervanên YPG’ê û hêzên rêjîma Baasê de bi dijwarî didomin.
Her wiha hate gotin ku hewldanên êrîş û komkujiyên hovane ji alyê hêzên rêjîmê ve ku bi çekên giran êrîşên xwe dikin, berdewam in.
(jh)