1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG'î û YPJ'iyên rê nedan çetayên DAIŞ'ê
YPG'î û YPJ'iyên rê nedan çetayên DAIŞ'ê,ypg,î,û,ypj,iyên,rê,nedan,çetayên,daiş,ê

YPG'î û YPJ'iyên rê nedan çetayên DAIŞ'ê

Heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û destûr nedan çeteyên DAIŞ'ê

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

KOBANÊ (DÎHA) - Şervanên YPG û YPJ'ê yên ku xeta berxwedanê ya Kobanê diparêzin û ji bo vê yekê jiyana xwe ji dan destûr nedan çeteyên DAIŞ'ê. şervanên YPG û YPJ beriya ku jiyana xwe dest dan di hevpeyvîna ku dan DÎHA'yê de gotibûn ew ê hate dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û gotina xwe jî bi cih anîn, heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan û destûr nedan çeteyên DAIŞ'ê.

Şervanên YPG û YPJ'ê yên ku li dijî ceteyên DAIŞ'ê 24 saetan di mewziyan de nobet digirtin beriya ku jiyana xwe ji dest bidin di hevpeyvînên xwe yên ku dan DÎHA'yê de gotinên xwe yên herî girîng wiha bû: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîne xwe li ber xwe bidin."

Soza xwe bi cih anîn

Şervanên YPG û YPJ'ê yên ji bo parastina Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê destur nedan çete bikevin kantonê. şervanên ku ji nava gel derketine, parastina Kobanê di bin germahiya wekî dojehê de pêk anîn. Şervanên YPG û YPJ'yên ku di mewziyan de ligel vedana mar û dûpişkan, ligel birçîbûnê j ibıo azadiyê cane xwe feda kirin û .i nîşaneyên serkeftinê yên zarokên kurdan û bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê" ve hatin oxirkirin. Şervanên YPG û YPJ'ê yên ku dayik, hevser, xwîşk û bira û zarokên xwe li pey xwe hiştin û refên herî pêş ên eniyê şer kirin wekî ku şoreşkerên ku zêde nayên dîtin ji bo dîrokê bûn ronahî.

Destur nedan DAIŞ bikeve Kobanê

Hin şervanên YPG û YPJ ji bo ku êrîşên DAIŞ'ê pûç bikin jiyana xwe ji dest dan. Peyman Dogan, Gîvara Efrîn, Agirî Necbîr ên YPG û YPJ'î şervanên herî zêde di refên pêş de bûn. Beriya ku jiyana xwe ji dest berin hevpeyvînên xwe yên dabûn DÎHA'yê de tanê bal dikişandin xalekî. Digotin ew ê destur nedin DAIŞ Kobanê dagir bike û ji bo vê yekê jî dê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Peyman Dogan a YPJ'î gotibû ku DAIŞ dixwaze gelê kurd û jinan tune bike û bi riya DAIŞ'ê şerekî bi vî rengî tê bikaranîn.

Dogan a YPJ'î: Ez ê di refên herî pêş de bim

Dogan wiha gotibû: "Bi bikaranîna îslamiyetê dixwezin jinan bixin. DAIŞ bi taybetî li ser jinên kurd polîtîkayê dimeşîne. Bi xistina jina kurd dixwaze gelê kurd tune bike. Em li dijî vê şer dikin. Em ê di refên YPG û YPJ'ê de heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin. Em ê desturê nedin gel zirarê bibîne û bi taybetî jî em ê di refên herî pêş de bin û li dijî êrîşan bisekinin."

Ji Efrînê hat li Kobanê li ber xwe da!

Gîvara Efrîn û Agirî Necbîr ên ku di heman pevçûnê de bi Peyman Dogan a YPJ'î re jiyana xwe ji dest dan jî di hevokên xwe de tiştên girîng dianîn ziman. Efrîn û Necbîr jî gotibûn ku ew armanca DAIŞ'ê baş dizanin û ji ber vê yekê şer dikin. Givara Efrîn ji bo berxwedana Kobanê ji Efrînê hatibû û di 11'ê Tîrmehê de li girê Aşmê ji 3 şervanên ku li dijî çeteyan li ber xwe didan yek bû. Efrîna 20 salî bi destmala li serê xwe girêdabû ve xwe ji germê diparast û hêza berxwedanê kom dikir. Efrîn bi rûkeniya xwe ji bo hevalên xwe çavkaniya moralê bû. Piştî axaftina me destê xwe rakiribû û bi gotina "serkeftin" em rêwî kiribûn.

'Li vir her tiştê me çeka me ye'

Necbîr Agiriya YPG'î jî her tim li cihê pevçûn lê zêde bû de bû. Necbîr çeka xwe ji destê xwe dernedixist û bi çeka xwe re bûbû yek. Deme ku av vedixwar jî çeka wê di destê wê de bû. Wê jî ev gotin bikardanî: "Li vir her tiştê me çeka me ye. Em nikarin dev ji wî berdin."

YPG'î YPJ'iyên ku jiyana xwe ji dest da û wêneyên xwe yên bi rûken hiştin gotinên xwe bi cih anîn: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe dan.

(sa)