1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPG: Şehîdên Şengalê dîroka lehengiya Derwêşê Evdî vejandin
YPG: Şehîdên Şengalê dîroka lehengiya Derwêşê Evdî vejandin,ypg,şehîdên,şengalê,dîroka,lehengiya,derwêşê,evdî,vejandin

YPG: Şehîdên Şengalê dîroka lehengiya Derwêşê Evdî vejandin

A+ A-

ANF - NAVENDA NÛÇEYAN Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan, Kurdên Êzidî yên Şengalê ji komkujî û qirkirinê rizgar kirine û bi dehezaran Kurdên Êzidî anîne Rojavayê Kurdistanê ji tehlûkeyê xelas kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîdên me bi fedabûyîna xwe li axa Şengalê ya pîroz, dîroka qehremaniya Derwêşê Evdî, hezkirina wî ji azadiyê re, mêrxasî û lehengiya wî ya li hemberî neyar û dijmimên Kurdan, ji nûve dan jiyîn."

Der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê de Navenda Çapemeniya ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo raya giştî di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Di destpêkê de em li hemberî mezinbûn û qehremaniya Şehîdên xwe yên Şengalê bejna xwe ditewînin. Lehengên me ji bo parastina gelê Şengalê ji komkujî û qirkirinê, canê xwe feda kirin. Wekî fermandar û şervnên YPG'ê me soz dabû ku parastinê gelê Kurdistanê bikin û dîsa soza xwe dûbare dikin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate ziman: "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û bi taybet yên li dijî qezaya Şengalê, bi armanca tunekirina gelê Kurd ên Êzidî pêk hatin. Çete ketin hemû deverên di navbera Şengal û herêmên din ên Kurdistanê da ku wê dorpêç bikin û di der heqê Êzidiyan de komkujiyan pêk bînin. Ji ber vê jî destwerdana me pêwîstiyek bû. Ji bo em rê li pêşiya planên çeteyan bigrin, hêzên me destwerdana rewşê kirin û li hemberî çeteyan 'terorîst' û hov ên êrîşkar qehremaiyeke bê hempa, nîşan dan. Hêzên me bi deh hezaran Kurdên Êzidî anîn Rojavayê Kurdistanê. Her wiha hêzên me ji bo parastina zarok, pîr, kal û jinan ên li Çiyayê Şengalê berê xwe dan çiya. Li wir di navbera wan û çeteyan de şerên dijwar qewimîn û hin şehîdên me çêbûn. Paşê xwe gihandin Çiyayê Şengalê û dest bi rêxistinkirina ciwanên Êzidî kirin da ku xaka xwe ji çeteyan ve rêzgar bikin û biparêzin."

Di daxuyaniya YPG'ê hate zanîn ku şervanên wan li Şengal, Sinûn û Rebîayê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaniyeke mezin dane meşandin û rê li ber êrîşên çeteyan girtin û wiha hate domandin: "Di vê berxwedana efsaneyî de 8 qehremanên me yên hêja şehîd ketin û bi xwîna xwe destana neviyên Derwêşê Evdî û Edûla Milî nivîsandin. Şervanên me bi fedabûyîn û berxwedaniya xwe li ser axa Şengalê ya pîroz, dîroka qehremaniya Derwêşê Evdî, hezkirina wî ji azadiyê re, mêrxasî û lehengiya Derwêş a li hemberî neyar û dijminan, ji nûve dan jiyîn. Şehîdên me temsîla evîna Derwêş û welat dikin. Qehremanên me bersiv dan bang Derwêşê birîndar û Edûla evîndar."

Dîsa di nava daxuyaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de wiha hate gotin: "Her yek ji şervanên me yên li Şengalê şehîd ketin bi xwe destanekê temsîl dike. Evîn, Şoreş, Silav, Dilo, Ebas, Rûbar, Qendîl, Mezlûm, Masûm û Cûdî li derdora Şengal a pîroz bedena xwe kirin sûr û keleh. Ji bo xelaskirina xwişk û birayên xwe yên li Şengal xwîna xwe kirin pir û derbas bûn. Her şehîdek ji şehîdên berxwedan Şengalê kelehek ji kelehên qehremanên netewa Derwêşê Evdî ye."

Di berdewamiya daxuyaniya YPG'ê de wiha hate gotin: "Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em soz didin gelê xwe ku li ku derê dibe bila bibe, em ê ji bo parastina rûmet, ax û namûsa wî hemû tiştên xwe yên herî giranbuha bidin û feda bikin. ji bo ku em rê li ber êrîşên çeteyan ên li dijî gelê me bigrin û azadiya gelê xwe pêk bînin, em ê tu caran bê rawestan berxwedanê bikin.

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: "Dîsa em soza xwe bi şehîdên Kurdistanê yên qehreman û leheng re nû dikin ku heta dawiyê û pêkanîna hemû armancên wan rêya tekoşînê bişopînin."