1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. YPJ’ê 1. salvegera damezrandina xwe pîroz kir
YPJ’ê 1. salvegera damezrandina xwe pîroz kir,ypj,ê,1,salvegera,damezrandina,xwe,pîroz,kir

YPJ’ê 1. salvegera damezrandina xwe pîroz kir

A+ A-

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN 04.04.2014 10:10:59 Fermandariya Giştî ya YPJ’ê yekemîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir û diyar kir ku jinan bi têkoşîna xwe ya di warê parastinê de qeşaya 5 hezar salan a li ser beden û hişê xwe şikandiye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku di 4’ê Nîsana Sala 2013’an de hate damezirandin, bi munasebeta yekemîn salvegera damezrandinê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka şoreşa gelê Kurd li Rojava û ji destpêka rizgarkirina herêmên Rojava ve jin beşdarî hemû aliyên şoreşê bûne û nûnertiya dîroka berxwedanê kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên kurd ji dîrokeke ku bi berxwedaniyan dagirtiye tên, ji ber vê yekê rola wan di şoreşa Rojava de sereke bû û wiha hate domandin:

“Di 4’ê Nîsana 2013’an de têkoşîna jinê ya li Rojava bi îlankirina YPJ’ê re tacîdar bû. Ji wê rojê ve jinan hemû derfetên xwe di parastina gel de pêşkêş kirin û li hemberî êrîşên hovane lehengiyek mezin nîşan dan. Di parastinê de bi nasnameya xwe cîhgirtina jinê, wateyek girîng heye. Damezrandina YPJ’ê li ser riya rizgariya jinan û parastina wê, her wiha pêkanîna edaletê û parastina rûmeta mirovahiyê gaveke girîng e. Ev damezirandin daxwazeke bi rik ku jin beşdarî şoreşê bibin û rola xwe bilîzin bû. Yekîneyên me bi têkoşîna xwe li Rojava û Suriyê karibû ku xwe îspat bike û parastina hemû pêkhateyên herêmê bike. Yekîneyên me heta niha jî li hemberî êrîşên çeteyan di kozikan de ne û ji bo bilindkirina têkoşîna jinê, li her derekê têkoşîn meşand û lawaztî nekir.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi dehan fermandar û şervanên yekîneyên YPJ’ê bi xwîna xwe eşqa girêdana bi dozê re nîşan daye û ev tişt hatin gotin: “Di serî de Silava, Bêrîvan, Jiyan, Azadî, Jînda, Roksan, Viyan, Bihar, Derya, Awaz Kobanê û hemû şehîdên me roniya riya me ne. Bi berxwedaniya bêhempa ku yekîneyên me li Helep, Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Çilaxa, Til Koçer û hemû deverên din nîşan daye re, asta jinên kurd û Suriyê bilind bûye û nîşanî hemû cîhanê da ku jinên kurd çawa bi lehengî li berxwe dide û serkeftina çêdike. Jinên kurd di aliyê parastinê de gihîştine asta pisporiyê û ji qalibên koledariyê derketine. Bi vê têkoşîna xwe re, qeşaya 5 hezaran salan a li ser beden û hişê xwe şikandiye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro salvegera yekemîn a YPJ’ê tê pîrozkirin û wiha gotin: “Em yekemîn salvegera damezrandina yekîneyên xwe, destpêkê li hemû dayîkên şehîdan û hemû şervanan, li hemû jinên têkoşer ên li Rojava û Suriyê pîroz dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê riya wan bişopînin, felsefeya civaka demokratîk bicîh bînin û xaka xwe bi parêzin.”