1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YPS: Cebilxaneya baskê 7. ê artêşa Tirk hat teqandin
YPS: Cebilxaneya baskê 7. ê artêşa Tirk hat teqandin,yps,cebilxaneya,baskê,7,ê,artêşa,tirk,hat,teqandin

YPS: Cebilxaneya baskê 7. ê artêşa Tirk hat teqandin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, ku roja 10'ê Tîrmehê li hemberî baskê 7. ê artêşa Tirk bi çekên giran çalakî hatiye lidarxistin û depoya cebilxaneyan di encama derba roketan de teqiya ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, şeva 10'ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-01:00 de li hemberî navenda artêşa Tirk ya li baskê 7. ê artêşê yê li Wanê, yekîneyên wan bi çekên giran çalakiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê çalakiyê de roket li depoya cebilxaneya baskê 7. ê artêşê ketin û di encamê de depoya ji cebilxaneyan teqiya. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin.

Roja 11'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00-14:00 de, artêşa Tirk li taxa Xaçortê operasyonek dan destpêkirin. Li vê derê, di navbera yekîneyên me û çeteyên qesrê de şer derket. Hejmara miriyên artêşa Tirk nehat zelalkirin. Di vî şerî de endamekî me şehîd ket.

Li vê taxa şer lê qewimî, gel li hev civiya û li hemberî çeteyan li ber xwe da. Hêzên artêşa Tirk êrîşî gelê berxwedêr kirin. Di encama berxwedana gel de, hêzên artêşê xwe bi qedemeyekê vekişandin. Endamê me yê şehîd ket, bi alê hat pêçandin."

YPS'ê diyar kir, şervanê wan ê şehîd bûye Sarîna ye, ku li Marînosê ji dayik bûye.