YRD-Rojava konferansa xwe ya 5. lidar xist
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), Konferansa xwe ya 5. lidar xist
AMÛDÊ - ANF 5. Konferansa YRD-Rojava diyarî rojnamevan Agirî Banê, Mistefa mihemed, Arîn Cûdî, Mazlûm Bagok ên di dema şopandina şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û Wedat Hisên Elî yê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat qetilkirin, hat kirin.
Ji kantonên Cizîr, Kobanê, Efrînê û bajarê Helebê 164 delege tevlî konferansê bû. Li salona konferansê ya li abjarê Amûdê panartên bi zimanên Kurdî û Erebî yên bi nivîsa "Ragihandina Azad, Çavkaniya Civaka Azad e", "Çapemeniya Azad isarar di vîn û jiyana azade de ye", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyen şehîdên çapemeniyê û şehîdên şoreşa Kurdistanê hatin daliqandin.
Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser çapemenî-weşanê hatin xwendin. Piştre raporên YRD, RAJIN û saziyên din ên li ser karê du salan, hatin nirxandin.
'ÇAPEMENÎ-MEDYA BI TÊKOŞÎNÊ DIMEŞIN'
Endama Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv di destpêka konferansê de axivî û bal kişand ser kûrbûna krîza li herêmê. Yûsiv got, "Em nêzîkatiyên antî demokratîk ên dewleta Tirk/Erdogan li dijî vîna azad, şermezar dikin. Her wiha em komkujî, gef û zextên li Başûrê Kurdistanê li çapemeniya azad tên kirin şermezar dikin. Tevî ku dewleta Tirk pêşengiyê ji şerê li herêmê re dike, di nava vî şerî de hemû hêzên paşverû û dagirker cih digirin. Bi van êrîşan ve dixwazin vîna derketiye holê tine bikin."
Yûsiv da xuyakirin, ku cihê kêfxweşiyê ye li Rojavayê Kurdistanê yek ji qadên herî zêde bi pêş dikeve, qada çapemeniyê ye. Foza Yûsiv got, "Di şer de şehîdên we çêbûn, lê di heman demê de rewşeke profesyonel û sazîbûyî jî derket holê."
Yûsiv di dewama axaftina xwe de got, "Dewleta Tirk ji aliyekî ve li cihên weke Cizîr, Nisêbîn, Geverê bajar şewitand, xera kir, Sûriye û Kobanê dagir dike, li aliyê din jî rojnamevanên weke Asli Erdogan digire. Bi medya xwe ya şerê taybet ve agahiyên şaş diweşîne û bi vî rengî hewl dide pêşî li rastiyan bigire. Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî krîz û rewşeke kaosê heye. Ji bo gelê li Başûr rastiyan nizanibe, kedkarên çapemeniya azad ên mîna Wedat bi xwînxwarî tên qetilkirin. Di rewşeke bi vî rengî de, ji bo rastî derkevin holê, ev konferans dikare gavekê bavêje. Çawa ku berxwedana YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyan bû hêviyek ji tevahiya mirovahiyê re, çapemeniya Rojava jî ji bo bindestan, jin, kedkar û hemû gelan dikare bibe çirûsekek ji ragihandina rastiyan. Hûn xwe dispêrin mîrateyeke baş e. Encamên konferans derxîne holê û biryarên bistîne, dikare ji bo pêvajoya têkoşînê ya dema pêş roleke girîng bilîze."
KARÊ DU SALAN HAT NIRXANDIN
Li dû axaftina destpêkê, raporên li ser karê du salan ên YRD, RAJIN û saziyên din ên çapemeniyê hatin xwendin û nirxandin. Di nirxandina raporan de kêmasiyên heta niha rû dane hatin tespîtkirin û bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeya li ser reng û zimanê çapemeniya şoreşê.
Delegeyan dan xuyakirin, ku ji bo gelên li Bakurê Kurdistanê bi rastiyan zanibe divê YRD ji potansiyela xwe bêhtir bixebite. Delegeyan destnîşan kirin, ku YRD di şerê li Rojava û Sûriyeyê de veguheriye çavkaniyeke referansê û çav û guhê her kesî.
BIRYARÊN GIRÎNG ÊN JI BO ŞOREŞA ROJAVA
Piştî nirxandina karên hatin kirin, hin biryar hatin girtin. Têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, qada îdeoojîk û rêxistinî, perwerde, pîşeyî û çapemeniyê biryarên girtîn hatin standin.
Di konferansê de hat destnîşankirin, ku divê xebatkarên çapemeniya azad, xwe di çarçoveya perspektîf û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser mijarên gelan, jin û herêmê bi rêxistin bikin û rastiyan bi vê nêrînê ji civakê re ragihînin.
Di beşa şehîdan de hat ragihandin, ku divê li hemû saziyan şehîd weke nirxên herî mezin bê dîtin, di her karî de referans were girtin, li ser cangoriyên li qadên cuda yên Şoreşa Rojava şehîd ketine xebat bên meşandin, li cihên weke Kobanê, Til Hemîs, Cezaa, Şêx Meqsûd, Serêkaniyê û Til Temirê di vî warî de lêkolîn werin kirin, destanên lehengiyê bên nivîsandin.
Di beşa rêxistinî de jî bal hat kişandin ser şer û kaosa heyî û biryar hat standin ku weşanek li gorî rastiay gel beê kirin.
Di konferansê de, li hemberî polîtîkaya weşanê ya şerê qirêj bê dayîn biryar hat dayîn ku perwerde bi rêk û pêk werin.
5. Konferanas YRD-Rojava bi axaftina endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê û endamê Koordînasyona YRD'ê Şahoz Hesen qediya. hesen got, "Ev konferansa me sozek li hizûra şehîdan e. Ji bo rêxisinbûyîneke xurtir û encamgir, konferansa me biryarên girîng standiye."