YRK: 2 fermandarên pasdaran hatin kuştin
NAVENDA NÛÇEYAN
Gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) diyar kir ku di encama çalakiyên wan de 2 fermandarên pasdarên Îranê hatine kuştin û gelek pasdar jî birîndar bûne.
YRK’ê derbarê şer û pevçûnên li rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî belav kir. YRK’ê berî niha jî ragihandibû ger Îran di çêkirina baregehên leşkerî û operasyonên xwe de berdewam bin, ew bêdeng nabin û wê bersivê bidin.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YRK’ê di 3 çalakiyên cûda de, gelek pasdar û endamên rejîma Îranê hatine kuştin.
Di daxuyaniya YRK’ê de wiha tê gotin: “Roja 5’ê Tîrmehê li bajarê Kamyaran dema artêşa pasdaran bi çêkirina qereqolan ve mijûl bûn, gerîlayên YRK’ê çalakiyek li hemberî wan lidarxistin.”
YRK’ê destnîşan kir ku li bajarê Xoy jî 5 pasdaran hatine kuştin û birîndar bûne. YRK wiha dirêjî dide daxuyaniya xwe: “Roja 22’ê Tîrmehê jî komek pasdarên Îranê ligel hêzên taybet çûn girê Hacî Beg ê girêdayî bajarê Xoy. Di navbera wan û gerîlayan de şerek dijwar rûda. Di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li gor agahdariyên ji welatiyên navçeyê hatine girtin, pasdarek li nexweşxaneyê miriye. Herwiha 2 jî kesên hatine kuştin, fermandarên artêşa pasdaran bûn.”
YRK di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Roja 16’ê Tîrmehê jî li gundê Derewyan ê girêdayî bajarê Dîwandere li ser nerazîbûna welatiyan a derbarê çêkirina qereqolan de, gerîlayên YRK’ê navendeke rejîmê teqandin.”
(sh/rn)