YRK’ê li Hewraman çalakî lidarxist
NAVENDA NÛÇEYAN
Îran dixwaze bi çêkirina bendavê Kanî Bila li Herêma Hewraman Text wêran bike. Gerîlayên YRK’ê bi caran hêzên Spahê di vê derbarê de hişyarkiribûn ku ewê wê pira nêzî projeya bendavçêkirinê biteqînin.
Rejîma Îranê hewil dide bi çêkirina bendavan Kanî Bil a li herêma Hewraman Text wêran bike. Gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan(YRK)’ê çend caran hêzên Sipahê hişyar kiribûn ku ewê pira nêzî projeya çêkirina bendavê biteqînin. Gerîlayan herwiha agir berdan kamyonên şîrketa çêkirina bendavan.
Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê şeva 10’ê Hezîrana 2015’an seat 23:00’an li gundê Silên ê Hewraman Text gerîlayên YRK’ê pira ku diçe projeya çêkirina bendavan a Daryan(Kanî Bil) teqandin. Ev di rewşekî de ye ku bi caran YRK’ê ji bo rawestandina van projeyan rejîm hişyar kiribû ku projeyên bi vî rengî di çarçoveya şerê taybet de ji aliyê Sipahê Pasdaran ve tê meşandin.
YRK agir berda du kamyon û dozerekî
Herwiha gerîlayên YRK’ê bi çalakiyekî li gundê Wergewer li nêzî heman herêmê agir berdan dozerekî. YRK li nêzî gundê Ebas Abad yê heman herêmê du kamyonên projeya çêkirina bendavan şewitandin.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran saziyên medenî bi xwepêşandanan daxwaza rizgariya Kanî Bil kirine.
Tê gotin di çend heftiyên dawî de rejîma Îranê li herêmên Hewraman û Kirmaşan bigire heta Şino zêdetirî 180 hezar hêzên xwe veguhestiye herêmê. Hinek ji van hêzan çend roj beriya niha dema ku li bejahiya Bajarê Bane dest bi tedbîqata leşkerî kirin, agir bi daristanên Bane xistin.
(ge)