1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YRK: Îran hin kesên bi cilê pêşmergeyan ve dişîne qadên gerîla
YRK: Îran hin kesên bi cilê pêşmergeyan ve dişîne qadên gerîla,yrk,îran,hin,kesên,bi,cilê,pêşmergeyan,ve,dişîne,qadên,gerîla

YRK: Îran hin kesên bi cilê pêşmergeyan ve dişîne qadên gerîla

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekî diyar kir ku hêzên Sipaha Îranê hinek caşan dişîne qadên gerîla ku cilên pêşmergeyên PDK-Î li ber wane.

YRK’ê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku hêzên artêşa Îranê (Sipah) li pey provakasyona ye. YRK’ê dazanîn ku caşên dij PJAKê cilên pêşmergeyên PDK-Î li xwe dikin û hewil didin bikevin qadên gerîla.

Daxuyaniya YRKê balê dikişîne ser siyasetên provaktîf ên Îranê û wiha berdewam dibe: “Ev hêzên dij PJAKê li herêmên Merîwan, Bane, Serdeşt û Mihabadê digerin û xwe wek pêşmergeyên PDK-Î bi nav dikin. Herwiha li dijî tevgera me û kesayetên welatparêz dest bi antî-propagandayê dikin.”

YRK hişyar dike ku ger di qadên di bin kontrola wan de rastî caşên bi vî rengî werin wê bi awayekî tund bersiva wan bide.

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurditanê (YRK) herwiha destnîşan kir ku hêzên Sipah li Serdeştê hêzên xwe kom dike û dest bi çêkirina paygahên nû kiriye. Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Bi van kiryaran dixwazin Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze bike. Em wek YRK hişyarî didin Komara îslamî. Emê li hember van siyasetan bersiva pêwîst bidin.”

(rn)