1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Yuksekdag: Em pêşengiya tevgerekî dê demokrasiyê ava bike dikin
Yuksekdag: Em pêşengiya tevgerekî dê demokrasiyê ava bike dikin,yuksekdag,em,pêşengiya,tevgerekî,dê,demokrasiyê,ava,bike,dikin

Yuksekdag: Em pêşengiya tevgerekî dê demokrasiyê ava bike dikin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Fîgen Yuksekdag a ku ji Hevserokatiya HDP'ê re hate hilbijartin, diyar kir ku HDP tevgerekî yekîtiyê ya di dîroka Tirkiyeyê ya 50 salên dawî de mînaka wê tuneyî ye. Yuksekdag, anî ziman ku ew dê hewil bidin pêşengiya tevgera li Tirkiyeyê demokrasiyê ava bike, bikin. Yuksekdag, da zanîn ku pêvajoyekî bi rûmet a zor li benda hem rêveberiya nû û hem jî algirên HDP'ê ye.

Di 2'yemîn Kongreya Awarte ya HDP'ê de bi Selahattîn Demîrtaş re Fîgen Yuksekdag ji hevserokatiyê re hate hilbijartin. Yuksekdag, hem kongre, rêveberiya nû, hilbijartina serokomariyê û mijarên din ji DÎHA'yê re nirxand.

'Em xwe ji pêşengiya tevgera dê demokrasiyê ava bike amade dikin'

Yuksekdag, diyar kir ku bi pêvajoya kongreyê riyekî zor û zehmet li pey xwe hiştin û HDP di 50 salên dawî yên dîroka Tirkiyeyêm tevgera yekîtiyê ya mînaka wê tuneyî ye. Yuksekdag, anî ziman ku bi kongreyê ev tevgera yekîtiyê bo çeperekî nû û qadekî berfireh û wiha got: "Qadên em lê berfireh bibin gelên me, çîna karkeran, girseyên kedkaran, jin, ciwan, elewî, kurd û hemû gelên tên tepisandin be." Yuksekdag, da zanîn ku bi kongreyê HPD'ê dest bi pêvajoyekî xwe nû ve rêxistin bike û wiha axivî: "HDP'ê bi kongreyê xwe ji nû ve rêxistin dike. Em jî xwe ji bo pêşengiya tevgerekî demokrasiyê ava bike û aştî, azad û edelatê ji hemû civakê re bibin amade dikin."

'Em hêza xwe ji Rojava, Lîce û Geziyê digirin'

Yuksekdag, bilêv kir ku ji Rojhilata Navîn heya Ewropayê û heya erdnîgariya Kurdistanê vejibêrkekî nû derket holê û tenê li Tirkiyeyê na li hemû heremê dê bibe alternatîf û rêveberiya gel dest bi pêk hatinê kir. Yuksekdag, destnîşan kir ku şoreşa gel a Rojava jî mînaka vê yekê ye û tevgerên gel ên Lîce û Geziyê tovê alternatîf ê vê yekê ye. Yuksekdag, bilêv kir ku HDP dê ji wan hêza herî mezin bigire û wiha axivî: "Ev hemû dê bibin hêza me, enerjî û bayê me pêş bixin. Em dê bi hêza gelê xwe ya yekîtiyê û li Tirkiyeyê demokratîkbûnê ava bikin û em bi vê yekê bawer in. Di kongreya HDP'ê jî ev rih û motîvasyon derket holê."

'Em dê hêza gel ya rast derbixin holê'

Yuksekdag, têkildarî rêveberiya nû ya HDP'ê de jî nirxandin kirin. Yuksekdag, anî ziman ku rêveberiya nû ya HDP'ê dê bibe rêveberiyekî bi rihê seferberiyê pirsgirêkan çareser bike û vîna gelan derbixe holê. Yuksekdag, da zanîn ku ev hewcehiyekî pêvajoya siyasî derxist holê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em pêvajoyekî hilbijartinan dijîn. Hilbijartina Serokomariyê li pêşiya me ye. Ji bo gelê me helwesta xwe diyar bike rojevekî girîng e. Li Tirkiyeyê rejîma siyasî niha alternatîfekê pêk nayne û her diçe hemû hêzên siyasî wekî he vin. Statukoyê temsîl dikin û xeta lihevhatinê pêşnaxin. Em dixwzin li hemberî vê yekê hêza gel a rast derbixin holê û sînerjiyekî afirînin."

'Em îdîaya xwe ya berpirsiyariya mezin danîn holê'

Yuksekdag, da zanîn ku li Tirkiyeyê tu eniyên bingehîn ên siyasî derketin holê û yek siyaseta heyî ya pergalê a ku dewam dike û ji guherînê re girtî ye. Eniya din jî ya guherînê dixwaze bi hêza xwe tevdigere û vê eniyê jî HDP pêk tîne û wiha pê de çû: "Em aliyê duyemîn de ne. Em îdîaya xwe ya berpirsiyariya mezin dê danîn holê. "

'Namzetê me yê serokomariyê dê nûnertiya hemû gelên Tirkiyeyê bike'

Yuksekdag, bilêv kir ku HDP dê bi hêz mudaxeleyê li hilbijartinên serokomariyê bike û namzetê diyar bike jî dê nûnertiyan hemû gelên Tirkiyeyê bike û wiha axaftina xwe domand: "Dê hêviyên civaka Tirkiye û Kurdistanê diyar bike û wan sembolîz bike. Em di pêvajoya hilbijartina serokomariyê de bi xwe bawer in. Riya herî guncav berpirsiyariya me ye." Yuksekdag, bilêv kir ku ew dê di hilbijartinên serokomariyê de tura duyemîn bidin zorê û di navbera namzetên AKP, MHP-CHP'ê de tu cudahî tuneye. Yuksekdag, destnîşan kir ku namzetê cuda yê HDP'ê ye û wiha got: "Em bawer dikin ku gelê me dê vê yekê bibîne û baweriyê bidê."

'Pêvajoyekî bi rûmet û zor li benda alîgirên HDP'ê ye'

Yuksekdag, anî ziman ku pêvajoyekî bi rûmet û zor li benda alîgirên HDP'ê ye. Yuksekdag, da zanîn ku pêvajoyekî nû ya qedera mafan bê nivîsn ji berê bi hêztir û bi derfet hey û wiha got: "Dema behsa şoreşê dihate kirin tenê têkoşîna azadiyê ya di hembêza gelê kurd de mezin bûyî me dihejmart. Em tenê ev mînak nîşan dida lê êdî tevgera û vegera gelên me mezin bû. Êdî em behsa şoreşa li Rojava bilind bû dikin. Em behsa hêza bi hebûna xwe û alternatîf pêş xistin dikin. Êdî eniya Tirkiyeyê û rojava weke berê bêdeng nîn e dengên piyên îsyanê her diçe bi hêz dibe."

'Ez hemû gelên em dewetî HDP'ê dikim'

Yuksekdag, bilêv kir ku hemû derdorên alîgiriya HDP'ê dikin peywirekî dîrokî û bi rûmet li benda wan in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelên me dê bi peywirdariyek rast nîşan bidin û HDP'ê weke partiya xwe bibînin û wê hembêz bikin. Bi vê vesîleyê carek din ez hemû hêzan dewetî mezinkirina HDP'ê dikim."

(bd)