1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YXK: Em ê welatên destekê didin DAIŞ'ê deşîfre bikin
YXK: Em ê welatên destekê didin DAIŞ'ê deşîfre bikin,yxk,em,ê,welatên,destekê,didin,daiş,ê,deşîfre,bikin

YXK: Em ê welatên destekê didin DAIŞ'ê deşîfre bikin

A+ A-

KOLN/ANF 13.08.2014 08:20:00 YXK, ji bo deşîfrekirina welatên destekê didin çeteyên DAIŞ'ê, hin rêze çalakiyan lidar dixe. Rêze çalakî wê di 14'ê Tebaxê roja Pêncşemê de ji ber Konsolosiya Tirk a li Dusseldorfê destpê bike.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), bi armanca kifşkirina welatên destekê didin çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hin rêze çalakiyan lidar dixe. Çalakiya destpêkê wê di 14'ê Tebaxê de li ber Konsolosiya Tirk a li Dusseldorfê were lidarxistin.

YXK daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di serî de Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî hin hêzên herêmî, polîtîkaya xwe ya giştî û Rojhilata Navîn li ser çarçoveyeke Sunnî dane rûniştandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên DAIŞ, El Nûsra, Vahabîst-Selefî yên niha belayê serê Rojhilata Navîn in, weke projeyên polîtîk-îdeolojîk û sosyal ên hêzên herêmî û navneteweyî hatiye avakirin û tevlî şer hatine kirin.

YXK'ê diyar kir ku ev yek bi awayekî zelal di êrîşên li hemberî Rojava de tê dîtin û got, "Ji ser Şengalê êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Başûrê Kurdistanê êrîşeke polîtîk, îdeolojîk û leşkerî ya li mozaîka gelan a Rojhilata Navîn e."

YXK'ê ragihand ku bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyan û protestokirina desteka ji bo van çeteyan, ji 14'ê Tebaxê û pê ve wê li ber nûnertî û konsolosiyên Qatar, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê, li dijî van dewletan çalakiyên demokratîk û rewa lidar bixin. YXK'ê diyar kir ku ew dixwazin bi vî rengî bala raya giştî bikşînin ser mijarê û got, "Di her dilopa xwîna niha DAIŞ û Hêzên paşverû li Kurdistan, Sûriye û Iraqê dirijîne, di serî de Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî berpirsyariya hemû hêzên navneteweyî heye."

YXK'ê bang li raya giştî kir ku li dijî van hêzên herêmî û navneteweyî yên paşverû çalakiyên protestoyî lidar bixin û zextê li van welatan bikin.