1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. YXK Konferansek li dar dixe
YXK Konferansek li dar dixe,yxk,konferansek,li,dar,dixe

YXK Konferansek li dar dixe

Yekitîya Xwendekarên Kurdistan konferansê pêk tîne

A+ A-

Yekitîya Xwendekarên Kurdistan (YXK), dê di navbera 28-29ê Nisanê de li Akademiya Cîvaka Zanistîyen Mezopotamya ya Belçîkayê pêk bînin.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) ji bo konferansa 28'ê avrêlê dest bi amadekariyan kir. Yekîtiyê di çarçoveya xebatên konferansê de daxuyanî da û diyar kir ku ji salên 1950 û virde zêdeyî milyonek xwendekarên Kurdistanê koçî ewropayê kirine û wiha got: "Bi tevahîya Ewropa ji salên 1950 u vir de jı milyonan zédetir kurdistanî koçî Ewropoyê kirine. Sedemê vê koçê ya herî mezin zordariyên derveyî mirovatî û zilma li dijî gelên mêtînger e. Ev civanên me bi nasnameya xwe tevlu civakên din dibin û ji aliyê din jî bûyerên welatê xwe û li welatên li herêmê de li dijî domandina rejîmên dij-demokratîk de li gorî hewldanên xwe di nav têkoşînê de ne. Ne tenê li bakûrê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê de gehiştiye asta avakirina Kongra Neteweyê. Di pêvajoya dawiyê de ne tenê li Kurdistanê de bi taybetî li rojhilata navîn de guhertinên sedsalî tê jiyandin, statûkoya şerên gerdûnê ya yekemîn û duwemîn de bi lez diguhere û gelên herêmê jî pergala zordarî yên ku tê de dijîn napejirînin."

YXK'ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Wekê hate diyarkirin ku koçberên Ewropoyê yên kurdistanî bixwazin nexwazin her tim bi rasteqîniya civakê re rû bi rû dimînin û bi derbasbûyina dehan salan jî di birêxistinbûyînê xwe ava dikin. Bi taybetî jî xwendekarên ji kurdistanê xwedî ezmûnên hêja û giranbiha ne. Ji bo têkoşina azadî re nifşên ciwan hêviyeke pir mezin e. YXK ji serê salên 1990an û vir de li hemberê şerê qirêj de wekê bizava AKP-Gûlen bo bersivdayînê xwe birêxistiye. Di serî de li Elmanyayê, Awistirya û Frense de jî birêxistinkiri ye, bi xwendekarên Denîmarka, Belçika, Hollanda, Ingilîstan û Îswiçre re jî di nav têkiliyê de ye. Em YXK, dixwazin pêşdestên xwendekarên kurdistanê ya ku li ewropa yê de bi belavbûyî de birêxistinbûye di bin sîwaneke hevpar de bigehijin tevneke rêxistinbûyîniyê. Ji ber vê yekê em hemû pêşdestên xwendekaran vedixwînin."

YXK'ê da zanîn ku dê Konferansa wan di 28-29'ê nîsanê de li Akademiya Cîvaka Zanistîyen Mezopotamya ya Belçîkaye bê lidarxistin.

YXK'ê xwest têkiliyê bi Riya e-mail û Tel: [email protected] Tel: 0049-17664846587 bi wa re dînin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî