"Yê divê agirbestê pêk bîne Enqere ye"
Demîrtaş: Yê divê agirbestê pêk bîne ne Qendîl e Enqere ye
ALPER ATALAY Di nava 19 salan de PKK'ê 7 caran agirbest îlan kir. Her cara ku agirbest hat îlankirin îxtîdarên wê demê bi operasyonên tunekirinê agirbest bersivandin. Her dema ku Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ji bo agirbestê navbeynkarî kir jî encam şereke dijwar bûye. Dîsa hewldanên Talabanî pêvajoyên demên borî anîn hişên mirovan. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand li ser agirbestên demên borî û got; "Yê ku agirbestê îlan bike ne Qendîl e, Enqere ye. Ji ber ku Qendîlê gelek caran çareseriya bê çek aniye rojevê û diyar kriiye ku divê çareserî bi riya diyalog û mûzakereyan pêk bê."
Piştî ku cîgirê Serokwezîr Beşîr Atalay got; "Li bakurê Iraqê hevdîtinên qasî ku çek bên berdan, teslîm bên girtin hene. DYA ji destpêka vê pêvajoyê heta niha di nava vî karî de ye" berê her kesî zivirî ser agirbestên demên borî. Hema piştî daxuyaniya Atalay, Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî daxuyand ku ji bo PKK agirbestê îlan bike ketiye nava hewldanan. Vê yekê careke din aşkera kir ku Hikûmeta AKP'ê dîsa dixwaze agirbest çêbibe. Her du daxuyanî jî bûyerên di dema agirbestên borî û pêvajoya piştî wan anî hişên mirovan.
Agirbestên yekalî yên ji bo aştiyê pêk hatine
PKK'ê cara yekemîn di 20'ê Adara 1993'an de agirbesta yekalî pêk anî. Di nava 19 salên dawî de jî 7 caran biryara agirbestê da. 1993, 15'yê Kanûna 1995'an û 1'ê îlona 1998'an çend mînakên ji agirbesta yekalî ne. Agirbesta 20'ê Adara 1993'an piştî ku tijî bû 2 meh hat dirêjkirin. Lê di vê pêvajoyê de dema ku serokkomarê demê Turgut Ozal jiyana xwe jidest da pêvajo jî xetimî û piştî demekê jî bûyera 33 leşkeran a li Çewlikê hat jiyîn. Jixwe bi vê bûyerê re agirbest ji holê rabû. Di 1'ê Îlona 1998'an de jî PKK bi munasebeta roja aştiya cîhanê agirbest îlan kir, lê ji ber hikûmeta demê ev pêvajo baş bikar neanî agirbest ji holê rabû. Di 1'ê îlona 1999'an de jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê agirbest îlan kir û bang li hêzên PKK'ê kir ku ew hemû hêzên xwe paşve bikişînin. Di dema 5 sal agirbestê de PKK'ê 1'ê Hezîrana 2004'an ji ber hikûmeta AKP'ê li hemberî pirsgirêka kurd xemsar nêz dibû, şert û mercên Ocalan lê dimîne û operasyonên leşkerî agirbest bidawî kir. Di 1'ê Cotmeha 2006'an de jî PKK'ê wekî cara 5'an agirbest îlan kir, lê ji ber dewleta tirk agirbest nas nekir û operasyonên leşkerî pêk anî agirbest bidawî bû.
Wekî pêngava agirbestê ya bi mebest baş Xabur
KCK'ê di 13'yê Nîsana 2009'an de li ser bingehê "parastina rewa" biryara agirbesteke nû dan. Di vê demê de ji bo hewldanên di bin navê çareseriyê de ya hikûmeta AKP'ê bersiveke erênî bê dayîn ji Qendîl û Mexmûrê zarok jî di nav de 34 kes wekî qasidên aştiyê ji deriyê sînor ê Xaburê derbasî Tirkiyeyê bûn. Hikûmetê destpêkê ev pêngav erênî nirxand, lê piştre helwesta xwe hişk kir û doz li endamên komê vekir gelek ji wan girt û xistin girtîgehan. KCK'ê piştî girtina DTP û operasyonên li hemberî BDP'ê di 1'ê Hezarîna 2010'an de dîsa agirbesta xwe bidawî kir. Dîroka 7'emîn agirbesta ku ji aliyê PKK'ê ve pêk hat jî wekî 13'yê Tebaxa 2010'an tê zanîn. PKK'ê ev dem wekî 40 roj dema bêçalaktiyê binav kir. Piştre ev pêvajo heta hilbijartinên 2011'an a giştî hat dirêjkirin. Di vê navberê de hevdîtinên li Îmraliyê veguherîn pêşniyarên pratîk. Di pêvajoya ku Tirkiye bi hilbijartinên 12'yê Hezîranê mifte bûyî de KCK'ê biryara xwe ya bêçalaktiyê heta 15'yê Hezîranê dirêj kir. di 15'yê Hezîrana 2011'an de jî Ocalan hişyariya ez ê xwe ji pêvajoyê vekişînim kir. Ocalan ev biryara bi van hevokan aşkera kir: "Piştî 15'yê Hezîranê dirêjkirin an jî taloqkirin dê pêk neyê. Ev zelal e. Dîroka herî dawî 15'yê Hezîranê ye. Ev 12 sal in ez li vir ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane çi ji destê min hat min kir. Ez hewl didim ku pêşiya xetereyan bigirim. Piştî axaftina Serokwezîr a 2005'an li Amedê kirî heke pêvajoyeke xeter pêş bikeve ez ê xwe paşve bikişînim, bila gelê me vê yekê bizanibe."
Ocalan ji bo xwepaşvekişandina pêvajoyê jî hêviyên xwe bi van gotinan anî ziman: "Ez li benda tîşkekê me. Heke gavek bê avêtin ji 15'yê Tebaxê û pê de dê pêvajoyeke nû destpê bike." Lê tu bersiv nehatin dayîn. Lijneya Rêveberiya KCK'ê di daxuyaniya ku dayî de got; ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên înkar û tunekirinê agirbest bidawî bûye. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, berpirsyarê bidawî bûna agirbestê hikûmet bixwe ye.
Pêvajoya agirbestê û lêgerîna Ocalan
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane şev û roj xebitî. Nexşerêya ku wekî pêşniyara çareseriyê binav kir piştî sal û nîvekê gihîşt ber destê raya giştî. Ocalan gotina xwe ya wekî; "ez ê xwe paşve bikişînim" di nexşerêya xwe de jî dûbare kir û wiha got; "Piştî ku min di 15'yê Tebaxê de nexşerêya xwe pêşkêş kir ez ê xwe paşve bikişînim. Çareserî dê çawa pêş bikeve êdî kurd dê biryara wê bidin. PKK dê biryara xwe bide, DTP dê biryara xwe bide. Gelê kurd dê biryara xwe bide. Li wê derê yê her roj şerpeze dibe ew bixwe ye. Ez ji vê derê nikarim der heqê yên çiya de biryarê bidim. Li wê derê yê her roj eziyetê dikişîne ew bixwe ye. Ew di nava pirsgirêkê de ye. Ez li vê derê nikarim der heqê yên çiya de biryarê bidim. Hetta navenda wê Qendîl jî nikare der heqê wan de biryarê bide. Her kom her kes biryara xwe dê xwe bide. Ji ber ku ew eziyetê dikişîne, ew dimire, ew têdikoşe. Di nava van şertan de gotineke min dê nerast be. 40 hezar şehîdên gelê kurd hene, nirxên wan hene, mexdûriyeteke mezin heye, kurd xwe bixwe dê biryarê bide."
Ocalan bang li meclîsê kir
Di hilbijartina 12'ê Hezîrana 2011'an de AKP'ê ji sedî 49 deng wergirt. Tevgera Kurdan jî di bin baneyê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê de 36 parlementer bi dest xistin. Li gel vê serkeftinê dîsa YSK'ê biryar da û parlementeriya Hatip Dicle ji destê wî girtin. Dîsa li gel ku hikûmetê dengekî bilind girt jî parlementerên BDP'ê Kemal Aktaş, Selma Irmak, Faysal Sarıyildiz, Gulser Yildirim, Îbrahim Ayhan serbest nehatin berdan. Li gel hemû serlêdnên BDP'ê hewldanên BDP'ê yên ji bo berdana parlementerên girtî vala derket. Piştî hilbijartinê Serokwezîr Erdogan li ser makeqanûna nû rawestiya, lê behsa çareseriya pirsgirêka kurd nekir. Ji ber pirsgirêka parlementerên kurd li Tirkiyeyê qirîzek nû dest pê kir. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, beriya hilbijartinê gotibû ger ku pêvajo wisa bidome, ancak heta çend mehan îdare bike û dê bixetime. Ocalan bang li meclîsê kiribû û xwestibû ropa xwe bilîze. Ocalan der barê biryara YSK'ê a têkildarî Hatip Dicle de gotibû "Ev biryar komploya tarî ya ku AKP jî di navdeye ye." Ocalan piştgirî da biryara boykota meclîsê ya BDP'ê. Ocalan, beriya 15'ê Hezîranê bi rojekê ku diyar kiribû ger daxwazên wî bi cih neyên dê xwe bi paşve bikişîne destnîşan kiribû ku carek din bi heyetê re hevdîtin pêk anîye û xwest hemû raya giştî wisa zanibin. Ocalan, xwest der barê hevdîtina bi heyetê re hikûmet jî biryarê bide û gotibû ger hikûmet heta 15'ê tîrmehê gavan neavêje dê qeyran derkeve.
'Ger çareserî pêş nekeve dê şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve'
Ocalan, di hevdîtina 24'ê hezîranê ya bi parêzeran re diyar kiribû ku hevdîtinên wan ên li îmraliyê pir girîng û cîddî ne û wiha gotibû: "Hevdîtin hatiye astekê. Êdî hin niqaş bi dawî bûne. Hevdîtinên ku bi min re tên kirin li ser navê dewletê tên kirin. Ger ku hikûmhet gavên zagonî û pratîk neavêje dê qirîz derkeve. Dê di 15'ê tîrmehê de heyet dê dîsa bi min re hevdîtinan bikin. Ger ku di vê hevdîtinê de gavan neavêjin dê wiştî wê şerê gel ê şoreşgerî dê dst pê ike.
Demîrtaş, hikûmetê israr kir
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demirtaş, li ser pêvajoyê nenînên xwe ji ajansa me DÎHA'yê re ani ziman û wiha got: "Hevdîtinên Celal Talabani girîng bûn Hewldanên Barzani jî çêbûn. Demîrtaş, destnîşan kir ku hewldanên ji bo agirbesta dualî pêk hat, lê hikûmetê tu gavên çareseriyê neavêtin û wiha got: "Divê li şûna Qandîlê Enqere gavên çareseriyê bavêje. Ji ber ku heta niha Qendîlê gelek caran agirbest îlan kir. Divê êdî Enqere rê li pêşiya muzakere û diyalogan veke.
'Divê Enqere bikeve nava hewldanan
Demirtaş, destnîşan kir ku Enqere ji aştiyê re ne amadeye, li gel ku Qendîl ji bo aştiyê heyetên aştiyê dişîne jî heyetên aştiyê tên girtin û wiha got: "Hewladanên Qandîl û PKK'ê her tim ji bo aştiyê çêbûne, Lê hikûmet û Enqereyê her tim ev daxwaz û hewldan bê bersîv hiştine."
(mae/ak)