'Yê Nîhat qetil kir polîsek keçel û bi simbêl bû'
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê, piştî ji hêla polîsan ve bi guleyê li serê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan dan û qetilkirin, li hemberî daxuyaniyên Serokwezîr û Wezîrê Karê Hûndir a "Yek gulek ê ji aliyê polîsan ve nehatiye avêtin", heval û şahidê bûyerê yê taxê Y.Y (12) û hemwelatiyên li taxê rûdinên ku bûyerê vedibêjin kiryarên bûyerê ji bilî polîsan ne keseke din e.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku ji 27'ê kanûnê ve bi hevkariya polîs û hizbûlqontrayê êrîşê li ser gel tê kirin, polîs bê perwa 5 jê zarok 6 kesan qetil kir. Polîsên ku li navçeyê tu çalakî an jî bûyer tune ye bi wesayîtên zirxî digere û êrîşî ser gel dike, ya dawî jî ya zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ê li Taxa Yasefê ku bi hevalên xwe re topê dilîst ji serê xwe hate qetilkirin. Piştî qetilkirina Nîhat bi raporên krîmînal ên hatin amadekirin û daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala yê "Guleya ji hêla polîsan ve nehatiye avêtin" re dixwazin ya polîsên qatil ji kiryarê bûyerê derbixin. Gotinên hevalê Nîhat ku şahidiya bûyerê kir Y.Y (12) û hemwelatiyên li Taxa Yafes'ê rûdinên, derdixe holê ku kiryarên bûyerê ji bilî polîsan pêştir ne tu kesek din e.
'Polîsan ji min re gotin nêzî cem me nebe û bi aliyê me ve nenêre'
Hevalê taxê ya Nîhat, Y.Y (12) ku li qadekî vala ya li nêzî riya hawirdorê ya li Taxa Yafesê ye şivantî dikir, da zanîn ku beriya çend deqîqe Nîhat bê qetilkirin ew bi hin hevalên xwe re li girekî nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji bo topê bilîzin bangî wî jî kirine. Y.Y diyar kir ku lê ji ber ew li ber pez bû ew nikaribû çûba. Y.Y destnîşan kir ku wesayîtên zirxî bênavber li nêzî wan dewriye davêtin û wiha got: "Piştî hevalên min ji bo lîstikê çûn, wesayeteke zirxî hate nêzî min û bê ji wesayîtê derkeve ji min re gotin 'ji vir dûr bibe'. Piştî dîtin ku ez dê bi pezê xwe re wê dem zêde bigire ji bo dûr bibim. Gotin 'nexwe nêzî me nebî û teqes bi aliyê me ve nenêrî."
'Polîsê keçel û bi simbêl ê dixwest min dûr bixe Nîhat kuşt'
Y.Y diyar kir ku dema ew bi pez re mijûl dibû polîsek keçel û bi simbêl ji wesayîta Akrebê derket û ev tişt gotin: "Ev polîsê keçel û bi simbêl ku ji wesayîtê peya bû du gule da ber luleya çeka xwe. Çekê di destê wî de ne çekê ku bombeyê gazê davêje bû û dişibiya çifteya nêçîrê. Dîdît ku ez carinan bi aliyê wî ve dinêrim, kete wesayîtê maskeya berfê da serê xwe û demek dirêj bi aliyê Nihat û wan ve nîşan girt û berda. Piştî wî gule berda, ji wî alî ve qêrînekî hevalekî min hat û ez bi wî alî ve beziyam. Dema ez beziyam bi aliyê min ve jî gule berda û digot 'raweste rawest e'. Ez û hemû hevalên xwe ve pir tirsiyan, yên li cem min bûn hemû reviyan. Ez çûm heta ber serê Nîhat. Nîhat di nava xwînê de bû. Me ya Nîhat xiste wesayîtek sivîl û şande nexweşxaneyê. Ez jî çûm taxê û bûyerê ji welatiyan re vegot."
Y.Y anî ziman ku ew dê di jiyana xwe de tu caran qetilkirina hevalê xwe ya li ber çavên wî ji bîr neke û wiha got: "Bila polîs jî vê baş zanibin ku; yek bi yek hemû hevalên me jî bikujin dê negihijin armanca xwe."
'Me welatiyên di destê wan de çek nedît tenê em polîsên bi çek dibîn in'
Hemwelatiyê bi navê Mustafa Kayaalp jî diyar kir ku polîs her roj li Taxa Yafesê di bin bombeyên gazê û guleyan de dihêle û wiha got: "Li taxê ku carina bi arame jî, dema polîs gule diteqîne em ji nîşka ve xwe davêjin derve. Êdî wisa bûye ku zarokên me nikarin derkevin derve. Dibêjin ku Nîhat bi çifteya nêçîrê ji hêla mirovên sivîl ve hatiye qetilkirin. Me heta niha mirovên sivîl ên bi çek ku li taxê digerin nedîtiye, me polîsên bi çek digerin dîtiye. Yê heta niha bi rojan e li ser mala me de guleyên rastîn diteqînin û bombeyên gazê davêjin kî ne yê Nîhat qetil kiriye jî ew in."
'Bi salan e bûme şahidê zilma dewletê'
Welatiyê bi navê Eyşe Ertene yê 92 salî, diyar kir ku ji bo ew nebin hedefa guleyan di nava malê de neçar dimînin xwe dirêj bikin û ev tişt gotin: "Ez mirovek pîr im, bi salan e bûme şahidê zilma dewletê. Her tim me aştiyê qêriya ye lê di van rojên ku em nêzî aştiyê bûne dîsa dest bi qetliyaman kirin. Çend deqîqe beriya Nîhat bê qetilkirin em ji nexweşxaneyê dihatin malê. Li wî aliyê Nîhat û wan ve gelek wesayîtên zirxî dewriye davêtin. Hem qetil dikin û hem jî dibêjin me nekiriye. Madem ne wana kiriye ev dewleta ku dibêje ez mezinim bila qatilan derxe holê. Li cihek û demeke ku wesayîtên zirxî digerin, ji bilî polîsan pêştir mirovan nakûjin."
(na-co/ea/ça/wk)