1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Yên banga Artêşa Azad dikin bila li Serêkaniyê binêrin'
'Yên banga Artêşa Azad dikin bila li Serêkaniyê binêrin',yên,banga,artêşa,azad,dikin,bila,li,serêkaniyê,binêrin

'Yên banga Artêşa Azad dikin bila li Serêkaniyê binêrin'

Artêşa Suriyeya Azad ku ji aliyê hinek partiyên kurd ên Rojava ve hertim têne vexwendin, piştî di 8'ê sermawezê de ket Serêkaniyê, wêraniyê destpê kir.

A+ A-

Li Serêkaniyê piştî Artêşa Azad bi cih bû, hêzên rejîmê lê xist û heta niha 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da, nêzî 70 kes birîndar bûn û zêdetirî 11 hezar kesan koç kirin.

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê piştî ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Suriyeya Azad di 8'ê Sermawezê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin bajêr, aramiya ku ji destpêka şoreşê ve serwer bû, cihê xwe ji şer û pevçûnan re hişt. Li Serêkaniyê ku heta niha pirsgirêk lê tunebûn, her wiha gelek kesên ji herêmê şer hatine lê bicîh bibûn, bi ketina Artêşa Azad re, ev 7 roj e dîmenek wêrankirinê heye. Berhema Artêşa Azad ku hinek partiyên kurdan her tim banga wan dikin, ji bo wan meşan lidar dixin û dixwazin bêne herêma Kurtistanê, ji bo herêmê bû kuştin û talankirin. Di encama 7 rojan de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da, nêzî 70 kesî jî birîndar bûn. Her wiha 3 zarok jî, hîn dibin xirabeya avahiyê hilweşiyayî de ne. Li bajarê ku nêzî 50 mal û dikan hatin hilweşandin, zêdetirî 11 hezar kesan jî koç kir. Li gel ku ev wêranî têrî nake, komên çekdar dest bi talankirinê kirin.

Piştî 8'ê Cotmehê alozî derket

Di 8'ê sermawezê de komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin bajarê Serêkaniyê û di navbera wan û hêzên rejîmê de pevçûnan destpê kir. Li ser vê yekê rejîma Suriyeyê ku heta wê demê, ji bilî komên biçûk ên li avahiyên fermî tu hêzên wan li bajêr nebûn, ji bajarê Hesekê yekîne şandin herêmê û li dora bajêr bicîh bûn. Li aliyekê Artêşa Azad li taxên ku piraniya wan ereb lê dijîn bicîh bûn, li aliyê din helîkopterên rejîmê li ser bajêr keşif kirin.

Sînor ji berê de hatibû vekirin

Di vê navberê de deriyê sînor ê Serêkaniya serxetê ku heta niha ji bo cejnan jî qet destûr nedihat dayîn, hate vekirin. Her wiha têlên sînor hatin rakirin û cihên mayînkirî hatin paqijkirin. Dîsa bi teşwîqkirina hinek derdoran berê gelê bajêr dan bakûrê Kurdistanê. Bi hezaran kesên derbasî bakûr bûn jî, ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve birin qampên ji berê de hatine amadekirin.

Di 12'ê mijdarê de balafiran bombe kir

Piştî 3 rojan yanî di di 12'ê sermazê de, balefirên şer ên rejîma Suriyê bajar bombebaran kir. Di bomberana li hemberî Taxa Mehetê, herêmên Esfer Necar û Tel Xelef pêk hatin de, bi dehan endamên Artêşa Azad hatin kuştin. Di bomberana li hemberî Taxa Mehetê ku komên çekdar ên Artêşa Suriyeya Azad ketibûnê de, gelek endamên Artêşa Suriyeya Azad, 2 ji wan zarok 6 sivîl hatin kuştin û 27 sivîl jî birîndar bûn. Her wiha 10 mal hilweşiyan. Taxa kurdan kirin hedef Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê di 12'ê sermawezê piştî nîvro jî Taxa Hawarna ku piranî kurd lê dijîn bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2 kesan jiyana xwe ji dest, 3 zarok dibin dibin xaniyê ku hilweşiya de man û 30 kes jî birîndar bûn. Li gel hewldanên şêniyên taxê jî 3 zarok hîn jî dibin xirabeyê de ne. Di bombebaranê de her wiha nêzî 25 malan hilweşiyan.

Hate hînbûn ku kesekî bi nave Elî Mele li Taxa Mehetê hinek komên çekdar li mala xwe hewan dine û alîkariya wan kiriye, lê di encama bomberana balefiran de ew û kurê xwe hatin kuştin. Piştî ev agahî belav bû, welatiyên kurd û ereb li taxê kom bûn koma çekdar ji taxê derxistin. Piştî bombebarana Taxa Hawarna, balefiran vê carê Taxa Mehetê û suka Serêkaniyê bombebaran kirin. Di encama bombarana li hemberî navenda sukê de, 20 dikan û mal hilweşiyan. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.

Tirkiyeyê sînor girtin

Hate ragihandin ku piştî bomberanan Tirkiyeyê deriyê sînor girtiye û nahêle tu kes derbasî aliyê Bakûrê Kurdistanê bibe. Ev yek jî wekî, "Tirkiyeya ku Artêşa Azad di deriyê sînor re derbasî Serêkaniyê kir û bû sedema komkujiyan, niha jî nahêle ku welatî birîndarên xwe bibin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê û dixwaze welatiyên sivîl bên kuştin" hate şîrovekirin. Piştî bombebaranan Artêşa Azad ku hate gotin gelek windahî dane, xwe ji nava bajêr vekişiya sînorê Bakurê Kurdistanê.

Di navbera ereban û Artêşa Azad de şer derket

Li bajêr di 13'ê sermawezê de jî, şer û pevçûnan dom kir, her wiha balefiran taxên Mehetê, Ebra û Kolana Dêran bombebaran kirin. Di encama bomberanan de welatiyê bi navê Ehmed Îsa Hesen birîndar bû, Hesen ku birin bajarê Bakûrê Kurdistanê Rihayê jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din li gundê Um Uşba ku di encama plana "kemera erebî" de ereb lêhatibûn bicîhkirin û wekî "erebên Xemir" tên zanîn, di navbera gundiyan û Artêşa Azad de pevçûn derketin. Di encamê de 2 endamên Artêşa Azad hatin kuştin. Li aliyê din yekîneyên leşkerî yên rejîmê ku ji hezar kesî pêk tê, li nêzî gundên Til Ekam û Guhşiha bicîh bûn.

Hevdîtinan dest pê kir

Dema ev geşedan çêdibûn, ji bo ku hêzên çekdar ji bajêr derkevin, di navbera ruspiyên ereb û kurd de hevdîtinan destpê kir. Di hevdîtinan de biryar hatibû girtin ku ruspiyên kurd û ereb civînekê lidar bixin û heyetekê ava bikin da ku bi Artêşa Azad û hêzên rejîmê re hevdîtinan pêk bînin û daxwaza derketinê bikin. Lê hîn civîn pêk nehatî, eşîrên ereban li hev kom bûn û piştre bi Artêşa Azad re axivîn. Di encamê vê hevdîtinê de jî Artêşa Azad û van koman biryar girtin ku ji rejîmê bixwazin da ku ji Esfer Necar derketin. Li ser vê yekê piştî saet 13.00'ê şevê li herêma Esfer Necar û Tel Xelaf pevçûnan jinû ve destpê kirin.

Bomberanan didomin

Aloziya li bajêr îro jî dom kir. Balefirên şer ên rejîmê di saatên nîvro de herêma Esfer Necar û gundên Tel Xelef û Tiwênî yên li dora Serêkaniyê bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Balefirên şer her wiha gundê Tilnesirî yê girêdayî bajarê Tiltemir ku welatiyên asurî lê dijîn û di navbera Tiltemir û Hesekê de dimîne bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 3 xanî hilweşiyan û jinek û zarokek jî birîndar bûn. Balefirên şer ên derdora bajarê Tiltemirê jî bombebaran kir. Di encama bomberana 700 metre nêzî Tiltemir û li rex goristinê pêk hat de, 5 mal hilweşiyan, welatiyekî bi nave Nînos Munîr jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. 11 hezar kesan koç kir

Di encama 7 rojan de ji ber pevçûn û bombebaranan zêdetirî 11 hezar kesan neçar man ku ji bajêr derkevin. Gelek ji van welatiyan derbasî Bakûrê Kurdistanê, gelek jî li gund û bajarên derdorê bicîh bûn. Ji welatiyên ku derbasî Bakûrê Kurdistanê bûne, ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyeyê ve birin qampên li bajarên din. Lê gelek welatiyan jî serî li Şaredarî û rêxistina BDP'êya Navçeya Serêkaniya Rihayê dan. Gelek penaber li avahiya BDP'ê hatin bicîhkirin, lê Qaymeqamtiya Serêkaniyê bi hinceta ku li dijî zagonên partiyên siyasî ye ji BDP'ê xwest ku welatiyan derxîne. Li ser vê yekê penaber ji bo demekê li mala sersaxiyê hatin bicîhkirin. Lê piştre hem şaredariyê hem jî şêniyên navçeyê xwedî li penaberan derketin û li malên xwe kirin mêvan.

DİHA