Yên ji bo mirovahiyê derketin rê...
RIHA (DÎHA) - Hemwelatiya Macarîstanî Zsuzsa Nogo yê ku dema berxwedan û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bihîstî hate Pirsûsê û wiha got: "Ji bo mirov li hemberî şer derbikevin pêvîst nîne polîtîk bin. Li vir têkoşîna mirovahiyê heye. Divê hemû kes piştgiriyê bidê."
Berxwedana Kobanê berdewam dike û berxwedana li gundên Mehser û Misenyterê jî berdewam dike. Ji çar perçeyên Kurdistanê welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê hatin Pirsûsê. Tenê kurd na ji her gelî piştevaniyên berxwedanê hene. Welatiyê Macaraîstanî Zsuzsa Nogo dema berxwedana Kobanê bihîst hate Pirsûsê.
'Ya ji destê min tê ez dê ya zêdetir bikim'
Nogo wiha got: “Di derbarê Kobanê de gelek tişt tên gotin. Ji ber ku bersiva herî rastî ez dê li vir peyda bikim ez hatim vir. Ez dixwazim demek din jî bimînim. Ez heyranê berxwedana li Kobanê me. Ez gelek keyfxweş im hatim vir. Ez naxwazim ji vir biçim. Lê ruyê şer ê bi êş jî li vir tê dîtin. Mexdurên şer ên herî mezin zarok in. Ez nikarim di konan de berê xwe bidim wan. Ez dixwazim ya ji destê min tê zêdetir bikim."
‘Li vir dîrok tê nivîsîn'
Nogo diyar kir ku ew li dijî şer e û wiha axivî: "Ji bo mirov li hemberî şer derbikevin pêvîstî nîne polîtîk bin. Li vir têkoşîna mirovahiyê tê dayîn. Divê hemû kes piştgiriyê bide vê yêkê û çeteyan şermezar bike. Ez jî ji ber di hem aliyê însanî, polîtîk û hem jî aliyê rûhî de baweriyê bi Kobaniyan tînim li vir im. Li vir dîrok tê nivîsandin. Ez jî dixwazim bibim şahidê vê yêkê û parêzvanê vê yêkê. Ez bang li hemû kesî dikim bên vir. Ez dê şevê li sînor nobetê bigirim. Rojê di depoya zexîr de ji bo Kobaniyan bibim alîkar bixebitim."
(bd)