Yên Ji Demokratîkbûna Rojavayê Aciz in û Erîşa Li Dijî Xeznewî
Yên Ji Demokratîkbûna Rojavayê Aciz in û Erîşa Li Dijî Xeznewî
Li Rojava demek dirêj e ku rêxistinek xurt û serwext hatiye danîn. Ji hêla sazî û rêxistinên walatperwer ve politikayek serkeftî tê ajotin. Partiyên siyasî yên kurd xwe di bin banê Desteya Bilind de kirine yek û hewl didin ku di van rojên teng de sûdê bidin gel. YPG bi fîdayîtî û wêrekî heta niha parastina xwe ya rewa pêk aniye. Hingî jê hatiye ne hêliştiye ku zirar û ziyana şerê li Sûrî bigihêje gel. Xwe ne spartiye rejîmê, ne jî xwe spartiye muxalifan. Ji xwe re ti kes rasterast neyar neditiye, milgiriya şer nekiriye tim xwestiye ku bi diyalogê pirsgrêkan çareser bike. Ji bilî çarçoveya parastina rewa ti çalaki pêk neaniye û êrîşî ti kom û gruban an jî êrîşî hêzên rejîmê nekiriye. Çalakiyên YPG’ê herdem bi perspektîfa parastina rewa pêk hatiye. Wan her xwestiye ku li herêmên wan aramî û ewlehî peyda bibe. Ew birêxisitinbûna xwe û bi siyaseta xwe ya serfiraz, bûn xwedî deskeftiyan, ev jî neyar û xêrnexwazên wan êxistiye/diêxe nav xof û tirsê. Ev xof û tirs jî dixwaze kurd bikevin nav şer û pevçûnan da ku lawaz û qels bibin bi vê re ziyanê bidinê û rê li ber deskeftiyan bigirin. Heta niha kurd neketine wê xeletiyê û heta îro gelik projeyên neyaran pûç kirine. Hêzên li dijî kurdan, bi riya hinek partiyên kurd, xwestin di navbeyna kurdan de alozî der bikeve. Û hin ji van partiyan jî ji ber berjewendî û kîna xwe ya li hemberî têkoşîna azadiyê, ketin/dikevin nav hewaldanên alozîderxistinê.
Ji bilî çar partiyên kurd ku van xwe wekî bloka “Hevgirtin” nav kirine partiyên din yên rojavayî di bin banê Desteya Bilind de cihê xwe girtine. Bi biryardayina Desteya Bilind xizmeta gel tê kirin. Çend partiyek heye ku şev û roj li hemberî xizmeta Desteya Bilind propagandeya reş dikin. Dema der dikevîn ser TV’yan, yan jî dema hevpeyvînekê dikin, qet behsa projeyên xwe yên derbarê pirsgirekên rojavayê û ya gel de nakin. Jixwe ti proje û plana wan li holê xuya nake. Heyina wan li ser reşkirina Desteya Bilind û PYDê ye.Partiya Azadî ya Mistefa Cuma û EL-Partiya Evdilhekîm Beşar di nav pêşbaziya xirabkirin û ziyandayîna PYDê de ne. Tim behsa kêmasî û xeletiyan dikin û her dem zimanek kirîmînalîze li hemberî PYD’ê bikar tînin. Dema lingê yekî/ê li kevirekê bikeve dibêjin çibe-nebe PYD ye. Ji ber wê jî rabûn û rûniştina wan a siyasî wekî mirovek paranoyak e. Fikir û ramanên wan, heyîna wan li ser xirabkirina PYD ,YPG û Desteya Bilind e. Li ser doşeka xwe plansaziya bêbextî û derewan dikin. Ti xebat û keda wan li ti devaran nayê dîtîn û seh kirin. Dema li Serêkaniyê êrîş li hemberî gel çê bû ti deng û pejna van kesan nehat. Kî li wir bû kê berxwedana Waşokanî kir? Li Şêx Meqsûd dema êrîş pêk hatin ev kesên he, dîsa li holê tune bûn. Dema rojava di nav birçitayî û hejariyê de bû wan kesan tiliya xwe jî nelebitandin. Berovajî alikariyê herûher xwestin ku ziyanê bidin rêxistina yekbûyî ya kurdan. Ew qes aciz û kîndar bûn ku xwe ji têkildayîna neyaran jî hîç paş nedan.Çi xirabî û bêbextî hebe kirin.Têkiliya Salih Bedredîn ya bi Tirkiyê re van demen nêzik bi belgeyi hate piştrast kirin.Mistefa Cuma (Serekê Partiya Azadî ya Kurd) derdikeve sondan li binçenga xwe dide dibêje “Wellahî welalhî peywendiya kesek ji me bi Tirkî re çê nebûye, me ti zerar nedaye kesê”. Hevpeyvînekê de Mistefa Cuma li xwe mikur tê û dibêje hêza çete a bi navê "Ketîbeya Selaheddîn Eyûbî” nêzikî me ye. Dîsa endamên Partiya Azadî du şervanên YPG’ê radestî Tirkî kiribû. Li Efrînê merasîma bîranîna Helepçê de komek çekdar yên girêdayî El Partî (ya Evdilhekîm Beşar) û Partiza Azadî (ya Mistefa Cuma) rahêlabûn gel û gulle li girseyê reşandi bûn.Ev kesên he dixwazin hezek çekdarî ya beredayî li heremê hebe û tevlîheviyê çêbike da ku bikarin nîşan bidin li deverên kurdan aramî û ewlehî nîne. YPG di wê baweriye de ye ku heke hebe hêzek kurd a çekdar, divê di banê Desteya Bilind de kar bike da ti kes nekare lîstokên fehlbaziyê, aloziyê derbêxe. Ji ber vê helwesta YPG’ê jê nerazîne û antî propagandaya YPG’ê dikin û der welatpaêzî nîşan didin.
Gelik plansaziyên xirab li pêşberî rojavayê hate kirin û wê hê jî keftûleftên tarî didomin. Helbet berxwedana Rojavayê jî bê rawestan û xurttir wê bê ajotin. Nîşaneya berdewamkirina karûbarên qîrêj jî bûyera van rojan qewimî bûyera El Xeznewî ye. Şêx Murşid Xeznewî li mala xwe pêş zarokên xwe ve ji hêla çend kesên kurd ve tê derb kirin, tehdit lê tê kirin û jê re tê gotin ku bila ew dernekeve qenala Ronah TV’yê neaxive. Ev kesên kurd kî ne, ji kê ne û mexseda wan çi ye? Ji ber çi naxwazin kesên di nav civakê de xwedî hêz û rêz behsa erêniyên Desteya Bilind bikin? Rojava wê li hemberî hemî hewldan û pêkanînên pûçkirinê hişyar bibe û wê berdela keda xwe, destekeftiyên xwe bi serfirazî bistîne.
M. Kaşê