1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Yên ku bi sirûdan çûn ber sêdarê…
Yên ku bi sirûdan çûn ber sêdarê…,yên,ku,bi,sirûdan,çûn,ber,sêdarê

Yên ku bi sirûdan çûn ber sêdarê…

A+ A-

ANF- Mamoste Ferzad Kemanger di nameya xwe bi hestên welatparêzî û evîndariyê ji bo hezkiriya xwe nivîsandiye de dibêje: “Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrîn, bikenîn, govendê bigrîn û bi hev re awazê bêjîn.”

Ferzad, Ferhad, Şîrîn û Elî Xwestin ew bi xwe Kindir Têxin Stûyê xwe Endama PJAK’ê Şîrîn Elemhulî Atêşga 9’ê Gulana 2010’an tevî Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û girtiyekî Fars ê bi navê Mehdî Îslamiyan, ji aliyê rejîma Îranê ve bi awayekî hovane hatin bidarvekirin.

Rejîma Îranê, di cîhanê de piştî Çînê welatê di nava rêza welatên ku herî zêde cezayê dardakirinê pêk tînin de welatê yekemîn e. Li gorî rapora Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Emnesty) sala 2012 li Îranê 314 kes hatin dardakirin. Li gorî rêxistinên mafê mirovan ên Îranê ev hejmar zêdetir e.

Sala 2010 girtiyên Kurd ên siyasî Şîrîn Elemhulî Atêşga, Mamoste Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan bi Sirûda “Ey Reqîb” ber bi sêdarê ve çûn.

Wan, her wiha xwestin ku ew bi xwe kindir têxin stûyê xwe, lê karbidestên rejîma Îranê, heqaret li wan kirin û daxwaza wan qebûl nekirin.

Hefteyek piştî bidarvekirina wan, ajansên nûçeyan, saet bi saet, gav bi gav agahiya çûna girtiyên Kurd ber bi kindir û sêdarê ve bi dest xistibû.

Mehdî Îslamiyan, saet 10’ê sibeha 8’ê gulana 2010’an vediguhêzin Girtîgeha Evîn. Tevî hemû israra wî jî, rayedar rê nadin ku ew malbata xwe agahdar bike û wî di odeyeke yekkesî ji yên benda 240 de bi cih dikin.

Saet 6’ê êvarê, roja 8’ê gulanê, pêşî Elî Heyderiyan ji salona 6 a cihê hewastendinê û piştre jî Ferzad Kemanger ku di wê demê de li pirtûkxaneya benda 7 a dersdayinê ye, bi hinceta nexweşiyê dibin benda 240. Ji saet 4’ê piştî nîvro ve jî hemû telefonên Girtîgeha Evîn hatibûn birrîn û têkiliya bi derve re bi temamî hatibû qutkirin.

Ferhad Wekîlî jî ku li benda 350 a Girtîgeha Evîn e, bi hinceta îfadestendinê dibin hucreya 209 a ewlekariyê û di heman rojê de jî veduguhêzin benda 240 a hucreyên yekkesî.

Li gorî agahiyên şahidan, komkirina girtiyan a li benda 240, êdî aşkere bû ku rejîm amadekariyên bidarvekirinê dike. Li ser vê, girtiyên Kurd dest bi xwendina sirûd û marşan dikin. Ji saet 11’ê şevê û pê ve, êdî hemû girtîgeh bi dengê dirûşm û sirûdan diheje.

Nêzîkî saet 4’ê sibeha 9’ê gulanê sala 2010’an, di navbera 20 û 30 kesên ji hêzên rejîmê, bi fermana rayedarê bi navê Kurgîl, ji bo girtiyan bibin cihê bidarvekirinê diçin benda 240’î.

Di wê demê de, Ferzad Kemanger dixwaze çend çîkolatayên ligel xwe bide hevalên xwe, lê di nav cellad û serbazên li wir, yekî bi navê Henarekî, heqaretê lê dike. Lê, piştî israra Ferzad û munaqeşeyek dûr û dirêj, yek ji celladan, li ser daxwaza Ferzad, çîkolatayan di navbera girtiyan de belav dike.

Paşê, dest û lingên girtiyan têne girêdan û wan dibin hewşa mezin, navbera dergeha yekem û duyem ya Girtîgeha Evîn.

Li gorî agahiyên şahidan, di wê demê de hatiye dîtin ku Ferzad û Ferhad ji ber êşkenceyên giran bi zehmetî bi rê ve diçûn.

Nêzîkî parka wesayîtan a di hewşê de, amadekariyên bidarvekirinê hatibûn kirin, sêdar û kindir êdî amade bûn.

Çend deqîqeyan beriya bidarvekirinê, rayedaran hemû tişt bi kamerayan dikişandin. Girtiyan xwestin ku destên wan bêne vekirin da ku ew bi xwe kindirê têxin stûyê xwe. Lê karbidestan ev daxwaza wan red kir. Li ser vê, girtî ji nû ve dest bi gotina Sirûda Ey Reqîb dikin.

Girtiyên Kurd, tevî hemû hewldanên karbidestan jî, bi berdewamî sirûdan dixwînin, beriya saet 05.00’an bê ku tu karên rutîn ên yasayî jî pêk werin, celladên rejîma Îranê, bi dare zorê Ferzad, Ferhad, Şîrîn, Elî û Mehdî bi dar ve dikin.

Piştî înfazê, cenazeyên ku ji aliyê bijîşkê bi navê Şaweysî ve otopsiya wan hate kirin, ji bo cihekî nediyar hatin veguhestin û radestî malbatan nehatin kirin. Piştre derket holê ku ew ji aliyê rejîmê ve li cihekî nediyar hatine veşartin.

DI SALEKÊ DE 56 KURD HATIN ÎDAMKIRIN

Li gorî rapora Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Emnesty) sala 2012 li Îranê 314 kes hatin dardakirin. Li gorî rêxistinên mafê mirovan ên Îranê ev hejmar zêdetir e. Rejîma Îranê ku di warê pêkanîna cezayê dardakirinê de di cîhanê de welatê duyemîn e, di sala 2012 de cezayê dardakirinê da 580 kesî û ji vana 77 Kurd in. Her wiha ji vana jî 56 kes hatin dardakirin. Ji van 21 kesên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birrîn, 9 kes ji dozên siyasî hatine girtin.

JI 2007 VE 10 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ HATIN DARDEKIRIN Ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin. Piştre girtiyê Kurd Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çileya 2011 li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin.

GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN LI BER SÊDARÊ Li gorî tomarên ANF’ê ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 9 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Her wiha, li gorî tomarên ANF’ê navên girtiyên Kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijwarî, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad, Hebîb Eşrafî, Elî Eşrafî û Îbrahîm Îsapûr.