Zagona hêjmar 6284, nebû çareya tundiya li ser jinê
MELTEM OKTAY
AMED (DÎHA) - Di serdema hikûmeta AKP'ê de ji bo parastina mafê jinê Zagona Têkildarî Astengkirina Tundiya li hemberî jinê ya hêjmar 6284 hat derxistin. Li gel vê zagona ku mafê jinan diparêze, herî zêde jin di serdema hikûmeta AKP'ê de hatin qetilkirin. Jinan diyar kirin ku ev zagon tenê li ser kaxizê ma û tundiya li hemberî jinê asteng nekir.
Di serdema hikûmeta AKP'ê de zexta li ser jinan zêde bû. Mafên jinan bêtir hat binpêkirin. Jin bêtir rastî tundiyê hatin. Herî zêde jin di serdema hikûmeta AKP'ê de hatin qetilkirin. Li gel ku hikûmeta AKP'ê di adara 2012'an de Zagona Têkildarî Astengkirina Tundiya li hemberî jinê ya hêjmar 6284'an derxist jî dîsa herî zêde jin di serdema hikûmeta AKP'ê de hatin qetilkirin. Saziyên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî, Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê ku berpirsiyarê vê zagonê bûn, ev zagon nexistin meriyetê. Li gel ev zagon li meclisê hat erêkirin jî gavên hewce nehat avêtin û zagon ji aliyê wezaretan ve neket meriyetê. Li gorî daneyên saziyên jinan tundiya li ser jinê ji sedî hezar û 500 zêde bû.
Prz. Elîf Tirenç Îpek Ulaş û xebatkara Mala Jinê ya Kardelenê Mukaddes Alataş, der barê zagonê û zextên li ser jinan de axivîn. Prz. Elif Tirenç Ulaş, jî da zanîn ku cînayetên jinan zêdetir bûne. Ulaş, da zanîn ku jinên serî li rayedaran didin jî encamê nagirin û sedema vê yekê jî persolenên eleqeder nehatine perwerdekirin.
Ulaş, destnîşan kir ku ji bo ev zagon têkeve meriyetê têkoşîna parêzeran û saziyên jinan pêş dikeve û bi hevîne ku vê zagonê çalak têxin meriyetê. Ulaş, destnîşan kir ku ji bo tundî û cînayetên jinan bi dawî bibe ev zagon bi serê xwe têrê nake û wiha got: "Çi bibe bila bibe encam bê ceza dimîne. Ji bo kesên tundiyê li ser jinê dimeşîne û jinê qetil dike nayê cezakirin û hesap jê nayê pirsîn. Ji ber vê yekê encam nayê girtin."
'Ev zagon li bajarên rojava de cuda dikeve meriyetê'
Xebatkara Mala Jinê ya Kardelenê Mukaddes Alataş, da zanîn ku ji destpêka zagon ketiye meriyetê heta niha tu gav nehatine avêtin û tu guhertin pêk nehatiye. Alataş, anî ziman ku vê zagonê tenê nav li tundiya ku li ser jinê tê meşandin kir. Zagonê nav li tundiya aborî, derûnî, fîzîkî û zayendî kir. Li hemberî vê tundiyê tedbîrên bên kirin jî bi nav kir. Em wekî saziyên jinan vê zagonê ji bo mafê jinan zagonek pêşketî dibînin. Lê ji ber ku ev zagon nakeve meriyetê encam nagire. Ji ber ku di aliyê hişmendiyê de tu guhertin pêk nehatiye zagon encamê nagire. Divê ev zagon baş bê şopandin û bê venêrtin." Alataş, da zanîn ku ev zagon li gorî herêma tê guhertin. Alataş, da zanîn ku walî u qeymeqamên herêmê li gorî înîsiyatifa xwe dikarin gavên pratîk bavêjin û ji bo zarokan dikarin qirêşan vekin. Lê li herêmê walî û qeymeqaman tu gav neavêtiye. Alataş, destnîşan kir ku li bajarên Enqere, Stenbol, Bursa û gelek bajarên rojava ev zagon dikeve meriyetê, lê li herêmê nakeve rojevê. Alataş, da zanîn ku bi yekîtiya malbatê tundiya li ser jinê tê parastin û jin nikare di nava malbatê de mafê xwe biparêze.
(mae)