1. Hemû Nûçe

  2. Gotar

  3. Zagros û Zerdeşt
Zagros û Zerdeşt,zagros,û,zerdeşt

Zagros û Zerdeşt

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Tekoṣîna rizgariya Kurdistan di nava bêazmûnî de dest bi nûvejînê kir, Serhildanên pêṣ wê li gor demên xwe ne li ser bingehên birêkxistiniyên nûjen bûn, jiwê di destpêka ṣoreṣê de gelek fraksiyonên li ser bingehên cûda pêkhatin, van fraksiyonan berê li hev sor kirin, ta ku hin têk çûn, lê wê dema bi êṣ di mêjiyan de hin ṣopên xwe hîṣtin, ev hê îro jî di rengê cûda de xwe dide der. Di nava hêzên Baṣûr de jî demeke dirêj rengê birakujiyê serdest bû, hêzên Baṣûr demeke di bin siya dagirkerên Tirk de berê xwe dan Tevgera Azadî ya bakur jî. Ev awayê birakujiyê, yan jî xwekujiyê hê jî di rengên cuda de didome.

Romana "Zagros û Zerdeṣt“ ev rastiya û êṣên tekoṣînê wek mijar hilbijartiye. Roman bi qezayekê dil û mêjî sotîner dest pê dike. Zerdeṣtê hê zarok e, bi ṣeṣarê dilîze, ṣeṣar diteqe û kekê wî Zagros tê kuṣtin. Malbat dikeve nava reṣ girêdanek, kesayetiya Zerdeṣt di van salên wi yên piçûk de serobino dibe, ew êdî xwe najî, vê wek kuṣtina xwe radibihîse û bi her awayî di cihê kekê xwe Zagros de dijî, di heman demê de li Kurdistana Bakur ṣerê di nava birêkxistiniyên hê di pêvajoya fraksiyonan de ne gurr dibe, gelek mirovên hêja jiyana xwe ji dest didin. Bi hatina Cunta leṣkerî re li welêt ser û binbûn çê dibin, di wê pêvajoyê de tekoṣîn berê di kesayetiya girtîgehan de derdikeve pêṣ. Bi gulleya yekem ya Pazdehê Tebaxê 1984 an pê ve rengê tekoṣînê diguhere, li aliyekê tekoṣîn berz dibe, li aliyekî jî gel pêl bi pêl nêzê hev dibin. Di encamê de Zerdeṣtê nû zewicî tevê tekoṣînê dibe, di ṣer de serkeftiye, dibe fermandar, ji bo perwerdê derbasê baṣûr dibe, çûyîna Zagrosan xewjîna wî ya herî mezin e, ev li aliyekê jî ji wê kesayetiya kekê wî Zagros ya di hînavê wî de rûniṣtî jî tê. Lê li wir jî ṣerê birakujiyê derdikeve, hêzên baṣûr ji ber têkiliya bi dagirkerên Tirk re êriṣên gerîlayên bakur dikin, gelek qehreman jiyana xwe ji dest didin. Pêṣmêrgeyekî gule direṣîne ser Zerdeṣt, berê ku Zerdeṣt ṣehîd bikeve, ew û Pêṣmêrge tên çav çavan, Zerdeṣt navê pêṣmêrge dipirse, ew jî dibêjê; "navê min Zagros e!“ Belê êṣa birakujiyê ev e, Zerdeṣt Zagros û Zagros jî Zerdeṣt dikuje, çi ji dê û bavek û çi ji gelê xwe.

Hemû gelan demên dîroka xwe yên herî girîng bi çîrok, helbest, ṣano û romanan gihandine bêmiriniyê, lê me hê ev tekoṣîna di nava bêderfetiyan de bi qehremaniyên efsanevî nûvejîn afirandine negihandiye wê pîleya bêmiriniyê, romanên wiha hêvî dide ku gavên serkeftina tekoṣînê bi wêjeyê xemilandinê tê avêtin. Ez di vî warî de niviskar pîroz dikim.


Roman bi zimanekî gelek zelal hatiye nivisandin, forma nivisandinê herikbar e, dema mirov dest pê dike zimanê wê yê têr û tijî mirovan dikiṣîne nava kûrahiya romanê û ramanan. Lingê romanê li ser xakê rûniṣtiye, cigehên roman lê derbas dibe, gelek baṣ hatine venivisandin, ev jî rengekî din dide romanê.



Çend hevokên balkêş ji romanê 
"Belê birayê min mêr bû, lê hîn xwediyê dilekî çardeh salî bû…” 
“Her kesî dixwest here wan bajaran, ev di xeyala her kesî de bû, lê min nedixwest ez ji welatê xwe bi dûr bikevim.” 
“…li çiyayê xwe digeriya ku di bin siya wî de xwe bistirîne û ji hemû êṣ û keseran bi dûr bikeve!” 
“Ya xweda  ma ew çi bijang bûn ku dikarîbû di kelakela havînê de bibe sî û baweṣîn li ser giyanên bengî.” 
“…Jiyan rawestiyabû, hemû dîmen cemidîbû, ji bilî bîbikên çavên diya wî.” 
“Nifira herî xirab a Kurdan “stuyê te biṣkê bû.“ 
"Ji niṣka ve mîna ku dengek bihîstibe û hinek bang bikin: "Zerdeṣt Zagros li benda te ye!“ 
"Zagros kana Kurdan e, dayîk e û tim mîna qupika ku çûçikên xwe biparêze, wê em parastine û…“ 

 Nasnameya Romanê.
 Navê romanê: Zagros û Zerdeṣt 
 Niviskar: Mahabat Felat Arda
 Bergê: Siya du kesayetiyan li ser zemînê sorê di nava çarçoveyek reṣ de ye. 
 Weṣan: Weṣanênlis adar 2011
e-mail: [email protected]

Ev gotar ji YENİ ÖZGÜR POLİTİKA hatiye girtin.


Bêjeyên Miftehî