"Zalim dê di nav zilma xwe de bifetisin"
Demirtaş: Zalim dê di nav zilma xwe de bifetisin
AMED - Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş diyar kir ku li gel qedexekirina mitîngê jî gelê kurd berxwedaneke mezin daye, berxwedana 14ê tîrmeha 1982an a zîndana Amedê îroj li Amedê olan daye. Demirtaş wiha berdewam kir: ”Zalim dê di nav zilma xwe de bifetise.” Hevseroka KCDê Aysel Tugluk jî Hukûmeta AKPê hişyar kir û got: ”Ocalan nûnerê serîhildana gelê kurd e. Divê êdî pêkutî li tehamuliya vî gelî nekin.”
Di salvegera berxwedana rojiya mirinê ya 14 Tîrmeha 1982an de DTK û BDP bi armanca balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin mitîngek li dar bixin, lê piştî ev yek ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate qedexekirin, li Amedê hêzên dewletê êrîşê gel kirin. hilbijartiyên DTK û BDPê jî bi armanca protestokirina van êrîşên ku hemû roj domiyan, li Sumer Parkê dest bi çalakiya rûniştinê kirin û vê sibê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dawî li çalakiya xwe anîn.
Hilbijartiyên BDPyî ku di nav de Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Îdrîs Baluken, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna, Hasîp Kaplan, Sebahat Tuncel û Osman Baydemir jî hebûn, doh li Amedê, li Parka Sumerê çalakiya rûniştinê dabûne destpêkirin. Hunermendên mîna Suavi, Rojda, Ferhat Tunç, Comert û Xalil Brad, gelek hunermendên din jî beşdarî vê çalakiya ku heya sibê berdewam kir bûn.
Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş daxuyaniyek da çapemeniyê. Demirtaş piştî ku berxwedana gelê kurd pîroz kir û spasiya gelê Amedê kir, wiha berdewam kir: ”rejîma faşîzan a AKPê li Amedê, li hember berxwedana bilind a gel bêçare ma. Li hember şideta tazî ya dewletê, berxwedana gel hebû. Dewleta ku di destê wê de bi tenê jopa wê maye, her tiştê xwe wenda kiriye. Gelê kurd azadiya Ocalan dixwaze. Dewlet ji bo ev daxwaz aşkere nebe ev 24 saet in mal bi mal, kuçe bi kuçe faşîzmê pêk tîne. Lê karîbû rê li ber bigire? Na!..
‘AKP BI DEVÊ XWE ÇIVîK JÎ BIGIRE MEŞRÛÎYETA XWE WENDA KIRIYE”
Demirtaş da zanîn ku di rojeva kurdan de beriya her tiştî azadiya Ocalan heye û axaftina xwe wiha domand: ”Divê hukûmet ji vê derê ders derxe. Eger ji gel re rêz nagire jî, divê vîna vî gelî bibîne, AKP bi devê xwe çivîk jî bigire meşrûiyeta xwe wenda kiriye. Her kesê ku xwedî wijdan e divê dev ji vê şirketa anonîm berde.”
Demirtaş diyar kir ku ew destê gelê kurd ku ji bo aştiyê dirêj kiriye didine ber jopan, êşkence dikin. Demirtaş weha berdewam kir: ”Qedexeya walîtiyê vî gelî girê nade. Gel bi berxwedana xwe ya bilind vê bersivê daye. Polîsên AKPê di ketin û derketinên bajêr de, li kûçe û kolanan, destê wan gihîştibe kî/ê lê êşkence kirin. Hîn jî bêhna gazê tê ji Amedê. Ez bawer im êdî her kesî dît ku hukpmeteke wiha nikare demokrasiyê bîne.”
Demirtaş anî ziman ku berxwedana 14ê Tîrmeha 1982an a zîndana Amedê îroj li Amedê olan daye û wiha domand: ”Zalim dê di nav zilma xwe de bifetise. Berxwedana li Amedê rawestanek e, xetek e û heya Ocalan serbest bê berdan û daxwazên gelê kurd pêk bên dê ev giyana berxwedanê bidome.”
Doh piştî mitîngê di encama qezayeke trafîkê di vegera Mersînê de hemwelatiyek çû ber dilovaniya Xweda û li Amedê jî piştî temaşekirina nûçeyan di encama qeyrana dil de hemwelatiyek çû ber dilovaniya xweda. Demirtaş ji bo malbat, nas û xizmên van hemwelatiyan jî serxweşiyek da.
”OCALAN NÛNERÊ SERÎHILDANA DAWÎ YA GELÊ KURD E”
Piştî axaftina Demirtaş, Hevseroka Giştî ya KCDê Aysel Tuglu axaftinek kir û wiha got: ”Doh Amed bi faşîzma AKPê û polîtîkaya 90 salî ya dewletê ya înkar û îmhayê, kîn û nefretê re rû bi rû bû. Gelek birêz Ocalan mîna vîna xwe dipejirîne û dibêje ji bo çareseriya pirsgirêkê muhatab e, dibêje ez dixwazim bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, azad bijîm, ev yek lê tê kirin. Hukûmeta AKPê hewl dide bi polîtîkayên înkar û îmhayê serî bi gelê kurd bide pêlkirin. Lê ev gel, gelek rêxistinkirî ye û dê serî jî pêl neke.”
Tugluk da zanîn ku ev 354 roj in bi bahaneyan nahêlin Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike û wiha domand: ”Dewlet dikeve nav bêçaretiyekê, aciziyekê û aşkere derewan dike. Dewletek ku îdîa dike ew demokratîk e, li Îmraliyê Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî nas nake. Ev hemî polîtîkayên tunekirin û înkarkirinê yên AKPê ne. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê û girtiyek ji rêzê ye, siyasiyek e ku bi milyona kesî ew mîna vîna xwe ya siyasî diyar kiriye. Ew nûnerê serîhildana dawî ya gelê kurd e.”
”DIVÊ ÊDÎ ZÊDE PÊKUTÎ LI SER TEHAMULA VÎ GELÎ NEYÊ KIRIN”
Tugluk anî ziman ku di kesayetiya Ocalan de, hukûmet aştiyê tecrît dike û wiha got: ”Divê Erdogan vê baş bizane ku hemû ev hewldanên we eger ji bo serîpêlkirina vî gelî ye, bizanin ku gelê kurd dê serî pêl neke. Dê bersiva me berxwedana bi şanazî be.”
Tugluk li ser axaftinên Erdogan ên derbarê Sûriye, Misir û Lîbyayê de jî wiha got: ”Lê dema mijar dibe mafên gelê kurd, tu demokrasî li holê namîne.
Tugluk di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku gelê kurd bi berdêlên giran gihîştiye asta îroj û ji bo hukûmeta AKPê wiha got: ”Ev çûndin ne tu çûndin e. Divê êdî zêde pêkutî li ser tehamula vî gelî neyê kirin. Hîn rê heye, werin dev ji van polîtîkayên xwe berdin, tecrîda li ser birêz Ocalan rakin, rê li ber azadiya wî vekin. Wekî din çareserî tune.”
ANF Werger: Amîda Kurd