1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zana Farqînî bû serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Zana Farqînî bû serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,zana,farqînî,bû,serokê,enstîtuya,kurdî,ya,stenbolê

Zana Farqînî bû serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

A+ A-

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 3'yemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de Zana Farqînî bû serokê enstîtuyê.

Enstîtuta Kurdî ya Stenbolê 3'yemîn kongreya xwe ya asayî li avahiya enstîtuyê li dar xist. Delege û gelek mêvan tevlî kongreyê bûn. Piştî rêzgirtinê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan axaftinek kir û bal kişand ser xebatên saziyê. Tan, heviyên xwe yên ji bo rêveberiya nû jî anîn ziman û wiha got: "Heviya min ew e ku xebatên me yên ziman dê rêveberiya me ya nû hêj bêş bixin. Gelê me yanê dîtin ji ber vê yekê zimanê me gelek girîng e. Armanca me ew e ku em hemû zaravayên kurdî bidin jiyîn."

Piştî axaftinan rapor hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Zana Farqini (Mehmet Gemsiz) hemû dengên delegeyan girt û bû serokê enstûtiyê. DÎHA (ft)