Zanyar û Loqman Mûradî li ber sêdarê ne!
Hate zanîn ku Dadgeha Pêdeçûnê ya Îranê cezayê yê çalakên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Muradî pesend kiriye û ji bo pêkanîna ceza melayê Merîwanê hatiye agahdarkirin. Ji ber wê jî dibe di her demekê de Mûradî bêne darvekirin.
Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê ragihand ku Dadgeha Pêdeçûnê betalkirina biryara darvekirina Zanyar û Loman Mûradî red kiriye û biryar ji bo pêkanînê ji înfazê re hatiye şandin. Hate diyarkirin ku dibe her du Mûradî ku birayên hev in di her gavekê de bêne darvekirin.
Hate diyarkirin ku rayedarên Îranê, beriya hefteyekê ji melayê Merîwanê re gotine ku di dema darvekirina Mûradiyan de amade bibe. Lê belê melayê Merîwanê got ku ew bawer nake ku Zanyar û Loqman Mûradî sucdar bin, ji ber wê yekê ew ê di dema darvekirina wan de amade nebe.
Li gorî nûçeyeke Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê, girtiyên siyasî yên kurd Zanyar û Loqman Muradî berî niha bi demekê serî li Dadgeha Pêdeçûnê dabûn ku biryara cezayên wan yê darvekirinê xera bike. Lê dadgehê ku serlêdan red kir, her weha dosyaya wan jibo înfazê, şand beşa pêkanîna ceza. Rêvebirên girtîgeha Recayî Şehr a Kerec, biryara dawî ji Zanyar û Loqman Muradî re ragihandin.
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê Îdamê li wan hatibû birîn.
AVÊTIBÛN DI NAVA GIRTIYÊN EL QAÎDEYÎ DE
Di destpêka meha berfanbara 2011 de, hejmarek girtiyên siyasî yên kurd û belûc ku li girtîgeha Gewherdeşt tên ragirtin veguhestibûn salona 10. ku bi taybetî girityên ji doza El Qaîde tê de dimînin. Di nava girtiyên hatin veguhestin de girtiyên kurd Loqman û Zanyar Mûradî jî hebûn û li gor agahiyên herî dawî ku ji herêmê bi dest ketine, piştî veguhestinê Loqman û Zanyar Mûradî rastî êrişa girtiyên El Qaîdeyî hatine û di encamê de birîndar bûne.
17 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ BI ÎDAMÊ RE RÛ BI RÛ NE
Hêjayê gotinê ye ku girtiyên Kurd ên siyasî yên bi navê; Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi ve Zanyar Muradi jî heta niha di bin metirsiya darvekirinê ne.
ANF NEWS AGENCY