1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zanîn-geha gihandina nifşê ekademîk ê şoreşê; Zanîgeha Rojava
Zanîn-geha gihandina nifşê ekademîk ê şoreşê; Zanîgeha Rojava,zanîn,geha,gihandina,nifşê,ekademîk,ê,şoreşê,zanîgeha,rojava

Zanîn-geha gihandina nifşê ekademîk ê şoreşê; Zanîgeha Rojava

A+ A-

QAMIŞLO – Zanîn-Geha ku di encama tecrubeyên 5 salên şoreşa Rojava de hat avakirin, xwedî armanca gihandina kadroyên pispor ên avakirina civaka Neteweya Demokratîk e. Li wir zanîn, pisporî, civakîbûn û exlaqê civaka polîtîk dê bên parvekirin; Zanîngeha Rojava.qamislo-zaningeha-rojava-4

Li Rojava ku statoyek nû ya xwe dispêre felsefeya modernîteya demokratîk lê tê avakirin, di mejî û kesayeta ferd heya bi civakê, di qada rêxistina civakî, aborî, polîtîk û leşkerî de şoreşa zihnî dikele û pêk tê. Di vir de avakirina civaka exlaqî polîtîk tê armanckirin. Ji bo ev guherîn veguhere zanistiyê û mayînde bibe, qada perwerdehiyê dendika bingehîn e. Lewra li Rojava ev qad; aktîftirîn qad e. Di nav 5 salên xebata bê rawestîn de, dikaribû ji refa yekemîn a dibistana seretayî heya bi akademî, peymangeh, fakulte û zanîngehan, sîstemek altirnatîf a perwerdeya bi zimanê dayikê û çanda demokratîk, ku xwe dispêre felsefeya jiyana nû (civakeke demokratîk, ekolojîk, azad û wekhev) ya altirnatîfa modernîteya kapîtal ava û sergiha bike.

Gava dawîn ku heya niha di vê pêpelokê de hatiye avêtin, avakirina Zanîngeha Rojava bû.

Zanîngeha Rojava; 3 fakulte û 9 beşên perwerdeyê

Ev zanîngeha; gavek din a di riya gihandina pergala perwerdeya li herêmên Xweseriya Demokaratîk e. Komîteya Amadekar a vekirina zanîngehê, di 4’ê Tîrmeha 2016’an de û bi amadebûna Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê ji raya giştî re îlan kiribû ku ew ê li Kantona Cizîrê zanîngehekê ava bike.qamislo-zaningeha-rojava-1

Zanîngeha ku amadekariyên vekirina wê dihatin kirin navê “Zanîngeha Rojava” girt. Niha jî xebatên amadekirina wê bi serî bune û ji 2’ê Cotmehê ve deriyê qeytkirinê li pêşiya şagirtan hat vekirin.

Zanîngeh ji 3 fakulteyên Endezyarî, Perwerdey û Zanist û Wêjeyê pêk tê. Her fakulteyek ji van gelek beşan digire nav xwe. Bi gîştî 9 beş in: Fakulteya Endezyariyê (Endezyariya Petrol, Petrokîmîk û Çandiniyê), Fakulteya Perwerde û Zanistê (Mamosteyê polê, Bîrkarî (matematîk), kîmya, Zanistên Xwezayî, Dîrok, Erdnîgarî (ceografîk), Zimanê Kurdî) û Koleja Wêjeyê (Wêjeya Kurdî).

Mercên qeytkirinê

Ji bo sala yekemîn a xwendinê, hemû xwendekarên ku bawernameya Bekeloriya (lîse) stendine dikarin xwe li beşên fakulteya Perwerde û zanistê qeyt bikin. Ji bo fakulteya Endezyariyê divê xwendekar herî kêm bawernameya Bekelorya de pileya 1500 kom kiribe. Her wiha ji bo fakulteya wêjeya Kurdî jî hemû kesên ku zimanê Kurdî dizanin dikarin xwe qeyt bikin. Heya dîroka amadekirina vê nûçeyê nêzî 800 xwendekarî xwe li zanîngehê qeyt kiribûn.

Avahiyên hemû kolejan li bajarê Qamişlo ne. Bi tenê kolejên Petrol û Petrokîmîk li bajarê Rimêlan in.qamislo-zaningeha-rojava-2

Metryalên cîhanî û mamosteyên pispor 

Di nav ger û lêkolîna xwe ya derbarê zanîngehê de em derbarê madeyên ku di her beşekê de dê bên dayîn û mamosteyên ku perwerdeyê bidin agahdar bûn. Li gorî vê çavdêriyê, made û meteryalên ku di fakulteyan de dê bên dayîn di aliyê zanistî û pisporiyê de heman madeyên zanîngehên cîhanê ne. her wiha mamosteyên wê jî kesên xwedî bawernameyên Doktora, majistêr û bekeloryos in ku piraniya van xwedî tecrubeyên salên dirêj ên perwerde û pisporiyê ne.

lê balkêş e ku, di nav madeyên her fakulteyekê de madeyên Zimanê Kurdî, Neteweya Demokratîk û Çanda Demokratîk hene.

(Em ê di beşa duyemîn a vê rêzika rapora xwe de madeyên ku wê di her kolejekê de bên dayîn û navên mamosteyên wan tevî sîstema wan a perwerdeyê parve bikin.)

Sîstema perwerdeyê cihêreng e! Ezmûn nîn in 

Lê tişta ku zanîngeha Rojava ji zanîngehên din ên li cîhanê vediqetîne, sîstema wê ya perwerdeyê ye. Di vê zanîngehê de ew ê sîstema ezmûnên salane tune bin. Ew ê sîstemek ekademîk a altirnatîfa şêwaza heyî hebe. Wê ‘roja xwendekar’ ezmûna wî be û pileya wî ya dawiya salê jî bi proje, tevlêbûna wî ya rojane ji semîner û perwerdeyê re, lêkolîn, xebat û xwendina wî, diyar bibe. Li gorî rayedarên zanîngehê; “Bi vê yekê re tê armanckirin ku xwendekar her dem di nav lêkolîn, xebat, perwerde û çalakiyan de be.”

Werzê salê 3 ne, bêhinvedana Havînê nîne

Li aliyê di dê sîstema perwredeyê li şûna 2 werzan, 3 werzên xwendinê salane be. Her werzek di navbera 3-4 mehan dirêj bike. Yanê sal wê bi temamî di nav xwendinê de bibore (betlaneya havînê nîne), tenê ji bo bêhinvedanê ew ê di navbera her werzekê de hin rojên bêhinvedanê bên diyarkirin.qamislo-zaningeha-rojava-5

Li gorî Dr. Dr.Ehmed Ibrahîm ku doktorê fakulteya endezyariya petrolê ye, wan bi vê yekê re bêyî ku made û semîneran kêm bikin, dema salên xwendinê kêm kir. Li şûna ku xwendekar 10 werzên xwendina endizyariya petrolê li zanîngehên cîhanê (ku her yek 4 meh in) di 5 salan bixwîne de bixwîne, ew ê 10 werzan di 3 sal û 4 mehan de bidawî bike. Dr.Ibrahîm da zanîn ku wan ji bo gelek sedeman ev pêk anî û yek ji wan wiha rave kir: “Li Rojava ku nû tê avakirin û statoya xwe diyar dike, pêdiviyek lezgîn a bi kadroyên ekademîk û pispor heye. Lewra jî divê ku xwendekarên vê zanîngehê di demek kurt bên gihandin, da ku ji bo avakirina civaka xwe bixebitin.” Dr.Ibrahîm car din teqez kir ku bi vê gavê re wan tenê werzên salê zêde kirin û dema bêhinvedana havînê rakirin. Ango sîstema ekademîk û madeyên wê de tu kêmkirin çênekirin.

 Fakulteyên dewlemend

Di nav van fakulteyan de gelek datayên ku dê di nav sala xwendinê de bên dîtin hene. di nav mamosteyan de navên navdar ên ku di zanîngehên Sûriyê de perwerde dane jî hene. her wiha her fakulteyek xwedî taybetmendî û dewlemendiyek bi rengê xwe ye.

SIBA: Di nav datayên fakulteyên Zanîngeha Rojava de