Zanîngeha Strathclyde ya Skoç xelata endametiya rûmetî da Ocalan
Komeleya Xwendekarên Zanîngeya Strathclyde ya Skoçyayê (USSA), xelata endametiya rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Komeleya Xwendekarên Zanîngeya Strathclyde ya Skoçyayê (USSA), xelata endametiya rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Xelat wê di 20'ê Hezîranê de bi merasîmekê re ji aliyê endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve bê wergirtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê zanîngehê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Ocalan di sala 1999'an de li paytexta Kenya Naîrobî, ji aliyê CIA û hêzên Tirkiyeyê ve hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xelat wê li şûna Ocalan, ji aliyê endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ve were girtin û Bagriyanik wê ji aliyê midûra giştî ya ji cihêrengiyê berpirsyar parêzer Roza Salih ve were pêşwazîkirin.
Midûra Giştî ya ji cihêrengiyan berpirsyar Salih jî daxuyaniyek da û got, "Ez gelekî kêfxweş im ku USSA têkoşîna Abdullah Ocalan nas kiriye û endametiya rûmetî ya heta dawiya emrê xwe, daye wî. Ocalan hêjayî vê xelatê ye. Ew ji bo Kurdan demokrasiyê dixwaze û dixwaze etnîsîteya Kurd, li ser bingeha mafên mirovan di nava mirovên li civakeke wekhev dijîn, bê naskirin."
Di merasîma 20'ê Hezîranê ya li Glasgowê de wê endamên KNK'ê jî amade bin.
Di daxuyaniya zanîngehê de hat bibîrxistin ku PKK ji bo rizgariya gelê Kurd ev 30 sal in têkoşîna çekdarî dimeşîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK niha konfederalîzma demokratîk dipejirîne û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê ya 2013'an de banga agirbestê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan ev banga xwe di Newroza îsal de dubare kiriye û hat gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîskarê zêdeyî 40 pirtûkan e.