Zarok rastî şîdet û pêkûtiyên psîkolojîk tên
AZÎZ ORUÇ
WAN (DÎHA) – Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê 11 zarokên ku li girtîgehê dimînin rastî tehdît û pêkûtiyên psîkolojîk tên. Dayika ji zarokên ku rastî şîdetê tên R.A., Besê Aydogan wiha got: "Rêveberiya girtîgehê ji ber hincetên vala cezaya hucreyê daye. Kurê min ji min re got 'dayê gardiyan ketin odeyên me û em tehdit kirin, xwestin li me xin. Xwestin em jî bersivê bidin, xwestin provokasyonê derxînin lê me bersiv neda.' "
Li Tirkiyeya ku bi îşkence, tacîz û îstîsmara zayendî yên li Girtîgehên, Pozanti, Şakran, Kurkçuler, Antalya û Sîncanê ya li dijî zarokan ji rojevê neketibû niha jî derket holê ku li Girtîgeha Tîpa Ma Wanê 11 zarok bi tehdît û pêkûtiyên psîkolojîk ve rû bi rû ne. Hate hinbûn ku zarokê bi navê R.A.'yê beriya 4 mehan li taxa Xaçortê ya Wanê hate binçavkirin û ew xistin Girtîgeha Tîpa Ma Wanê li vir rastî pêkûtiyên îdareya girtîgehêtê. R.A. bi 11 hevalên xwe re li cem girtiyên edlî tê girtin û heta niha ew dernexistine dadgehê. Dayika wî Besê Aydogan tiştên ku kurê wê anîye ziman vegot û got ku kurê wê li girtîgehê rastî şîdet û pêkutiyên îdareya girtîgehê tê.
Aydogan anî ziman ku ew hefeya borî çûye hevdîtinê û kurê wê tiştên ku jiyaye jê re vegotiye û ev tişt jê re ragihandiye "Gardiyanan ji me re gotin heke hûn li vê derê biaqil nebin û hin tiştan bikin em ê li we xin û hûn careke din nikarin bi ser xwe ve werin." Aydogan ani ziman ku R.A. hêj 15 salî ye û nikare di şert û mercên girtîgehê de li ber xwe bide û wiha berdewam kir: "Ji bo zarokan bêdeng bike îdareya girtîgehê ji ber hincetên vala cezaya hucreyê daye. Kurê min ji mer re got 'dayê gardiyan ketin odeyên me û em tehdit kirin, xwestin li me xin. Xwestin em jî bersivê bidin, xwestin provokasyonê derxînin lê me bersiv neda. Dîsa rêveberiya girtîgehê cigare û xwerinê pir buha difiroşe zarokan. Bi her awayî dixwazin zarokan bieciqînin."
Birayê wî Salîh Aydogan jî diyar kir ku di bin çavan de xwestine birayê wî bibe sîxûr, 4 kes li gorî daxwazên polîsan îfade dan û hatin berdan, lê ji ber ku birayê min qebûl nekir hate girtin.
Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun têkîldarî mijarê diyar kir ku zarok di bûyerên civakî de rastî şîdeta polîsan tên û di bin çavan de jî polîs dixwazin zarok bibin sîxûr, dema ku zarok vê qebûl nakin wê demê jî tên girtin û dixin girtîgehan, ev bi vê yekê j^ibi dawî nabe, li girtîgehê jî bi pêkûtiyan re rû bi rû dimînin. Aygun anî ziman ku têkîldarî mijarê ew çûye girtîgehê û bi zarokan re hevdîtin pêk aniye û wiha got: "Li gorî gotinên zarokan gardiyanê bi navê Alperen ji wan re gotiye 'min Girtîgeha Tîp F a Wanê sererast kir niha dora we ye. Min PKK'iyên li Tîpa F'ê sererast bikin. Hûn kî ne.' Bi vî rengî zarok tehdît kiriye." Aygun bilêv kir ku bi vê pêkanînê tê xwestin zarok bên bêdengkirin.
(sa)