1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zaroka 6 salî ji bo Rojava mal bi mal digere
Zaroka 6 salî ji bo Rojava mal bi mal digere,zaroka,6,salî,ji,bo,rojava,mal,bi,mal,digere

Zaroka 6 salî ji bo Rojava mal bi mal digere

A+ A-

HULYA EMEÇ

WAN (DÎHA) - Zaroka 6 salî ya bi navê Melek Şan ji destpêka Remezanê heya niha ji bo zarokên Rojava di xeznoka xwe de pere kom dike. Meleka 6 salî, ku hevalên xwe yên taxê jî bi rêxistin kirine, ji bo zarokên Rojava mal bi mal digerin û ji bo mezinên xwe jî dibe mînak.

Li Rojava ji aliyekî ve êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê din ve ambargo pêk tê û hemû cîhan li hember van pêkanînan bêdeng dimîne. Li Taxa Kurubaş a Wanê zaroka 6 salî ya bi navê Melek Şan ji bo Rojava di xezneka xwe de pere kom dike û bi vî awayî piştgiriyê dide Rojava. Piştî ku Melek, di televîzyonê de şer, pevçûn û rewşa zarokên Rojava dît, biryar da ku êdî pereyê xwe yê rojane ji bo zarokên Rojava bêxe xezneka xwe. Melek, navê xezneka xwe jî kiriye "Xezneka alîkariyê ya zarokên Rojava". Meleka 6 salî da zanîn ji bo cejnê cil û berg nastîne û ew dê pereyên cilên xwe yên cejnê jî ji bo Rojava bişîne.

Melek a biçûk, ji bo Rojava zarokên bi rêxistin dike

Melek ji bo ku ji Rojava re alîkariyê kom bike her roj bi hevalên xwe Pelîna 5 salî û Rûkena 7 salî re, ku ew ji bo alîkariyê rêxistin kirine, mal bi mal diçin û alîkariyê kom dikin. Zarokên ji bo Rojava digerin, ji hêla şêniyên taxê ve bi awayekî kêf xweş tên pêşwazîkirin. Ev hişmendiya Melekê ji bo mezinên wê jî dibe mînak. Meleka ku naxwaze li Rojava zarok bimirin û dayîk bigirîn, wiha axivî: "Dema ku ji bo min tiştek were stendin gelek kêfa min tê. Ez difikirim ku dema ji bo zarokên Rojava re jî tiştek were sitedin dê kêfa bê, ji ber vê yekê ez alîkariyê kom dikim."

'Em ji bo zarokên Rojava pere rêkin kêfa wan wê were'

Bavê Melekê, Nizamettîn Şan ku qetlîama li Rojava şermezar kir, wiha got: "Em dixwazin tişta ji me bê ji gelê Rojava re bikin. Her ku em diçin ser sifreya fitarê ji bo gelê Rojava dua dikin." Şan, da zanîn ku tişta keça wî dike gelek watedar e û ji bo mirovahiyê mînak e. Şen, gotinên xwe wiha domand: "Bûyerên dermirovî yên li Rojava pêk tên her roj di televîzyonê de dibînim. Keça min Melek serê Remezanê televîzyon temaşe dikir û şer û pevçûnên Rojava, kuştina zarok û lorîna dayîkan dît. Li ser vê yekê ji pirsî, ka ev zarok û dayîk ji ber çi digirîn. Bi rastî min nekarî bersivê bidim keça xwe. Dema min ji keça xwe re qala Rojava kir, ji min re got ku 'Em ji bo zarokên Rojava pere bişînin wê kêfa wan were' min jî got erê. Piştî erêkirina min Melek çû xêzneka xwe anî û dest bi pere komkirinê kir. Cara ewil ji min xwet ku ez pere biavêjim xeznekê."

Herî dawiyê Nizamettîn Şan bang li hemû kesî kir ku fitre û zikata xwe ji bo Rojava bişînin û xwest ku di hêla Rojava de hemû kes bi awayekî hestewar tevbigere.

(no/lg)