1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zarokên Dirbêsiyê û Charlie Chaplin
Zarokên Dirbêsiyê û Charlie Chaplin,zarokên,dirbêsiyê,û,charlie,chaplin

Zarokên Dirbêsiyê û Charlie Chaplin

A+ A-

DIRBÊSIYÊ – Li Dirbêsiyê ji bo zarokan fîlmê bêdeng ê bi navê “The Kîd (zarok)” yê derhêner, lîstîkvan, nivîskar û şanogerê Birîtanî yê bi navû deng Charlie Chaplin hate pêşandan.

Fîlmê ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve di çarçoveya xebatên xwe yên sînemayê de dublaja wê hatiye kirin û bin nivîsa kurdî jî hatiye amadekirin, li salona Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hate pêşandan.

Bi mebesta pêşandana fîlm, salon bi wêneyên filmên anîmasyon û balonan hatibû xemilandin. Ji bilî bi dehan zarokan, Seroka Desteya Çand û Hunerê a Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, endamên Tevgera Çand û Hunerê yên bajêr û malbatên zarokan jî di salonê de amade bûn.

Beriya ku film bête pêşandan, Bêrîvan Xalid derbarê girîngiya xwedîderketina li zarokan de axivî û got ku divê rêveberî û malbata bi hemû hêza xwe hewl bidin ku zarokan ji dîmenên şer dûr bixin. Bêrivan Xalitxd destnîşan kir ku divê afirîneriya zarokan bê pêşxistin û wiha dom kir: “Pêşandana filmên bi vî rengî gaveke girîng e ji bo pêşxistina sînemaya li herêmê. Ez bi hêvî me ku ev filmên tên pêşandan dilê zarokan şad bikin. Ji bo pêşerojeke azad û aram divê em bi hemû derfetên xwe alîkariya zarokan bikin.”

Piştî axaftinê fîlm hate pêşandin. Di fîlm de jinekê zarokekî xwe di tirimpêlê de tîne û Charlie Chaplin jî rastî zarok tê û wekî bavekî lê xwedî derdikeve. Piştre bi zarok ve tê girêdan, lê piştî 5 salan dayîka zarok vedigere û zarokê xwe ji Charlie Chaplin distîne. Film di çarçoveya trajîkomîk de hatiye kişandin.

Di dawiya film de zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman. Her wiha şêranî li zarokan hate belavkirin.

Heman fîlm wê di 11’ê îlonê de li bajarê Serêkaniyê û pişt re jî Ii bajarên din ên Kantona Cizîrê bê pêşandan.

(jh/aq)

ANHA