Zarokên Kobanê li bende mamosteyên kurdî ne
RIHA (DÎHA) – Bi hezaran zarokên Kobanê yên li konbajaran hatine bicihkirin li bende perwerdehiya bi kurdî ne. Li konan du ji Kobanê çar mamosteyê bi dirdarî perwedehiyê didin zarokan banga “bil ezgînî pêwîstî bi pirtûkên kurdî, lênûsk û çavkaniyan heye” li saziyên perwerdehiya kurdî kirin.
Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê nêzî 200 hezar welatî axa xwe terikandin û hatin navçeya Pirsûsê û li devarên din ên Rihayê bi cih bûn, di bin şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê didin. Tenê li Pirsûsê zêdetirî 120 welatiyên Kobanê li Pirsûsê têkoşîna jiyanê didin. Pêdiviyên welatiyan ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve bi pêşengiya şaredariyê DBP’î û saziyên sivîl ên civakî û mirovên dildar ve tên bicihanîn. Li Pirsûsê 4 konbajarên ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hatine danîn hene. Li van konbajaran li gorî derfetan ji bo welatiyên Kobanê alîkarî tê dayîn. Li konbajaran yek ji pirsgirêkê ku derdikeve pêş pêdiviyên zarokan a perwerdehiyê ye. Li konbajaran tenê li Konbajarê Rojava ji aliyê mamosteyên dildar ve Konê Perwerdehiyê ya Ehmedê Xanê hate. Li kone navborî ji aliyê 4 mamosteyên dildar ku du ji wan ji Kobanê ne ve bi sedan zarok tên perwerdekirin. Li vir ji bo hemû zarokên konbajar perwerde tê dayîn. Ji mamosteyên dildar Fîdan Kanlibaş û Edîp Merîç ji bo pêdiviyên zarokan ên perwerdehiyê bi cih bînin dixebitin û dibêjin gelek pirsgirêkan jî dijîn.
‘Bi lezgînî pêwîstî bi mamosteyan heye’
Ji mamosteya Edîp Merîç diyar kir ku ewil ji bo perwerdehiya zimanê dayikê pêdivî bi materyalan heye û wiha got: “Li ser lênûskên em bi kar tînin tirkî dinivîsîne. Gelek heval pirtûkên çîrokan dişîni lê ev jî pirtûkên tirkî ne. Me bi derfetên xwe kompîturan pirtûkên çîrokan dexist hina wan bi kar tînin. Lê jibilî wê qet nebe pêwîstî bi pirtûkên çîrokan ên bi kurdî, lênûskên bi kurdî materyelên bi kurdî hene.” Merîç da zanîn ku pêwîstiya zarokên Kobanê bi perwerdehiya zimanê dayikê heye û ev tişt anî ziman: “Pêwîstiya me bi hevalên ku perwerdehiya zimanê dayikê dide heye. Li vir hevalên me yên mamoste yên ji Kobanê hene lê ev ne bes e. Tenê konê perwerdehiyê li vir heye. Li aliyê din nehatiye danîn. Tenê li Konbajarê Kobanê heye lê li wir jî hêj perwerdehiyê dest pê nekiriye. Bil ezgînî pêwistiya me bi mamosteyên ku dikarin bi kurdî perwerdehiyê bidin heye.”
Zarokên bêdeng in…
Merîç da zanîn ku li konbajar zarokên 8 salî yên qet naxivin hene û ev nirxandin kir: “ Ev zarok bi zarokên din re qet têqîlî danaynin. Ji ber vê yekê heke hevalênn psîkolog hebin dê pirsgirêkên wan bê çareserkirin. Em li vir ji bo zarokên 3-10 salî perwerde didin. Dema me ji ber bi perwerdehiyê derbas dibe dema men amîne ku em bi zarokên ku pirsgirêkên psîkolojîk dijîn re eleqeder bibin.”
‘Daxwaza zarokan a vegera malê heye’
Merîç bilêv kir ku qat materyalên wan ên ku çand û lîstîkên kurdan bi zarokan bidin naskirin nîn e û wiha got: “zivistan tê. Niha hewa sar e lê em îdare dikin. Dema hewa zêdetir sar be wê pirsgirêka germbûnê derkeve. Ji ber vê yekê divê amadekarî bê kirin.” Merîç got ku ew bi êvaran bi zarokan re hin aktîv3iteyan pêk tînin û wiha berdewam kir: “Di van aktîvîteyan de 20 zarok bi hevre strana ‘Kobanê îro xemgîn e’ distrên. Ev jî nîşan dide ku zarok çiqas hesreta Kobanê dikişînin. Zarok dixwazin vegerin malên xwe.”
Di perwerdehiyê de domdarî pêwîst e
Mamosteya dildar Fîdan Kanlibaş jî diyar kir ku bi taybetî ji bo zarokên di temenê kreşê de ne pêlîstokên bi kurdî hîn dike heye û wiha berdewam kir: “Yên pêlîstokan dişînin hene; lê em wan nikarin di perwerdehiyê de bi kar bînin. Pêlîstokên ku şaredariyên me çêkirine hene. Li vir pêwîstî bi wan pêlîstokan heye. Heke bişînin vir em ê pir Kêfxweş bin. Zarokên ku em perwerde dikin nû nivîsandinê hîn dibin. Pirtûkên ji bo nivîsandinê hene. Pirtûkên li sar wan tîp hene, ji bo me pêwîst e. Li vir 200 zarok nû xwendin û nivîsandinê hîn dibin. Ev kampa me ya herî biçûk e. Em ji bo kampên din jî hewl didin konê perwerdehiyê vekin. Li kampên din jî pêwîstiya me bi mamosteyan heye. Lê tene ji bo rojeke yan du rojan bixebitin na, di perwerdehiyê de domdarî pêwîst e. Îro ez perwerde bidin sibehê bila mamosteye din bide nabe. Ji ber vê jî mamostey^ne ku bên çend hefte li vir bixebitin pêwîst e.”
Ji bo MAPER û KURDÎ-DER’ê bangawazî
Kanlibaş anî ziman ku mamosteyên navborî li MAPER û KURDî-DER’ê hene û wiha got: “Ev heval heta niha nehatin serdanê. Bêguman karê wan zêde ye li wan deran jî em dizanin perwerdehiyê dest pê kiriye. Ji her MAPER’ê kesek bê dê li vir pirsgirêka mamosteyan nemîne. Em pirsgirêka mamosteyan dijîn. Heke di vê mijarê de alîkariyê bidin me em ê kêfxweş bin.”
(sa)