Zarokên kurd di tora tiryakê de ne!
AMED (DÎHA) - Li Amedê her diçe, bikaranîna tiryakê zêde dibe û gelek zarok û ciwan, di qadên wekirî û girtî de tiryakê bikartînin. Ciwanên ku hînê tiryakê bûne diyar dikin ku bi hevalên xwe hînê tiryakê dibin û malbat jî ji ber ku dewlet tedbîr nagire bigazincin. Endamê Meclîsa Ciwanan ya PHD'ê Metîn Ozkan, destnîşan kir ku ciwan bi teşwîqa dewletê hînê tiryakê dibin.
Zarokên kurdan ji ber mercên civakî, siyasî û aborî, her wiha ji ber polîtîkayên dewletê dikevin tora tiryakê. Van demên dawî bikaranîna cureya tiryakê Kannaboît a Sentetîk (Bonzaî) gelek zêde bûye. Herî zêde kesên esrarê bikartînin vê madeyê bikartînin. Ciwanên ku dema tiryak bikaranîn hişên wan ji serê wan diçin ji DÎHA'yê re axivîn.
S.T yê 17 ku muptelayê tiryakê ye, diyar kir ku dema dibistana seretayî de dest bi cixarê û alkolê kiriye û di 13 saliya xwe de jî dest bi esrarê kiriye. S.T., da zanîn ku piştî esrarê, hep, kokaûn, eroîn û Bonzaî bikaraniye. S.T., got ku bi saya hevalên xwe hînê tiryakê bûye û wiha axivî: "Hevalên min bonzaî dan min. Min jî got ku belkî tiştek xweş be serê min xweş bike bikaranî. Lê dema min bikaranî min nekarî ez ji cihê xwe rabim. Dema te bonzaî kişand, tu nikarî rakevî. Dema tu rakevî tu wê bimirî. Wisa tiştek taloqeye. Ji ber vê min dev jê berda. Ji ber tiryakê min nekarî ez bixwînim. Ez dixwazin ji vê belayê bifilitim. Bila alîkarî bidin min."
B.K., ya di 12 saliya xwe de dest bi tiryakê kiriye, jî da zanîn ku 6 meh beriya niha dest bi Bonzaiyê kiriye û got ku wî tenê carekê Bonzaî bikaraniye û cardin bikarneaniye. B.K., bang li ciwanan kir ku tênekevin tora tiryakê û got, "Jiyan gelek xweşe tiryakê bikarneînin."
M.H.Y., ê 20 salî da zanîn ku di 12 saliya xwe de dest bi bikaranîna tiryakê kiriye û wiha axivî: "Ez cahilbûm. Nezanbûm. Mezinekî israr kir, tiryak da min. Min du salan, heb û eroîn bikaranî. Dema ez diçim gurbetê, ez bikarnayînim. Dema tê me Amedê bikartînim. Ez li vir nikarim berdim. Heval tên dibên em bikişînin. Ez cardin dikêşim. Dema ez dixebitim, bikarnayînim."
Dayîka 55 salî ya bi navê Leyla Demîr, diyar kir ku 5 zarokên wê hene û zarokek wê hînê tiryakê bûye. Demîr, anî ziman ku kurê wê yê 28 salî ketiye tora tiryakê û wiha pêde çû: "Kurê min di 10 saliya xwe de dest bi tiryakê kiriye. Dema bû 20 salî haya min jê bû. Li malê tu aramiya me nemaye ji ber vê. Hevalên wî tiryakê didin wî. Nizanim diziyê dikin, tiştek dikin, çewa vî pereyê peyda dikin? Li taxa me gelek ciwan wekî kurê min hene."
Endamê Meclîsa Ciwanan ya PHD'ê Metîn Ozkan, destnîşan kir ku ev 2 sale li hemberî tiryakê xebat dimeşîn û da zanîn ku ciwan bi teşwîqa dewletê hînê tiryakê dibin. Ozkan got ku dewlet dixwaze bi vî şiklî vîna ciwanen kurdan têk bibe. Ozkan, bilêv kir ku ji bo ciwanan projeyên, civakî û çandî lidarxistine û da zanîn ku di çarçoveya têkoşîna li hemberî tiryakê de wê ji bo pîşeyê hînê ciwanan bikin, wê atolyeyan vekin.
(lg)