'Zarokên me bila bi zimanê xwe mezin bibin'
AMED (DÎHA) - Li Amedê ji bo zarokan di 15-17'ê Gulanê de Yekemîn Mîhrîcana Zarokan a bi dirûşmeya "Zarok şitla ziman in" tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya KUDÎ-DER'ê Fatma Şik diyar kir ku armanca wan ew e ku zarokan bi zimanê kurdî mezin bikin û kurdî bi wan bidin hînkirin.
Li Amedê Mîhrîcana Zimanê Zikmakî û Zarokan a Amedê di 15-17'ê Gulanê de ji aliyê 13 sazî û dezgehên ziman ve di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de tê lidarxistin. Mîhrîcan di heman demê de ji bo zarokên yêkemîn car bi dirûşmeya "Zarok Şitlên ziman in" pêk tê. Têkildarî mijarê de Hevseroka Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê Fatma Şik axivî û diyar kir ku ew dê di 15'ê Gulanê de bi dirûşmeya "Zaroka şitla ziman in" cejna ziman pîroz bikin û wiha got: "Em bi 13 saziyan re mîhrîcanê li dar xistin. Armanca me ew e ku ji zarokên xwe re zimanê kurdî bidin fêmkirin. Bila gelê me jî ji zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber ku zarokên me tên asîmîle kirin. Em zimanê kurdî hînî zarokan xwe bikin û zarokên xwe di mijara ziman de jî hişyar bikin. Bila zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin."
Şik anî ziman ku divê zarokên wan daxwaza xwe ya zimanê kurdî û mafê xwe yê gerdûnî bixwazin û wiha axivî: "Em naxwazin 15 Gulan weke tenê rojekê bê pîrozkirin. Divê ziman bikeve nava jiyana civakê. Gelê me di navbera xwe de tirkî diaxive ev yêk şaş e divê bi kurdî biaxivin. Ji bo ku hişmendiya ziman û xwedîderketina ziman bikeve nava civakê."
Şik bilev kir ku divê êdî zarokên wan bi zimanekî cuda xeber nedin û wiha pê de çû: "Gelê me û zarokên me bila bi zimanê xwe bêjin em kurd in. Em dibêjin êdî vegerin ser aslê xwe. Îro di rojeva me de û pêşiya me de hilbijartineke gelek girîng heye. Em ê hebûn û tunê bunê xwe diyar bikin. Ev yêk di heman demê de xwedî derdetina zimanê xwe ye. Divê êdî hemû kes di jiyana xwe ya civakî de û malbatî de bi kurdî biaxivin."
Şik da zanîn ku xebatên wan ên ji bo cejna ziman didomin û wiha dawî li axaftina xwe anîn: "Dê xebatên me 3 rojan bidomin. Divê xebatên ziman bi 3 rojan neyên sînorkirin."
(rd-db/bd)