´Zarokên me li ber çavên me dihelin´
Dayikên Şemiyê: Zarokên me li ber çavên me dihelin
Dayikên Şemiyê di çaakiya vê hefteyê de bal kişandin ser çalakgerên ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û diyar kirin ku zarokên wan li ber çavan roj bi roj bedena xwe dilînin. Dayikan diyar kirin ku ger Serokwezîr bersivê bide daxwazen wan, dê edî aqûbeta zarokên wan ên winda ronî bibe, kujer ên darizandin, edalet bi ser bikeve û dê tu kes ji bo mafê xwe yên demokratîk û rewa bedena xwe nedin ber mirinê."
Dayikên Şemiyê di di hefteya 397'an de li qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê jî dîsa pankarta "Faîl diyar in, qatîl li kune" vekir û bi wêne û qurnefilan daxwaza edaletê kirin. Dayikan vê hefteyê çiroka Abdulkerim Yurtseven ê 73 salî, Mikdat Ozeken ê 18 salî û Munîr Saritaş ê 13 salî ku di sala 1995'an de li gundê Alyava ya Geverê ji aliyê leşkerên Serdar Mehmet Emin Yurdakul ve hatin revandin û windakirin hate xwendin.
'Êşa girtiyan êşa hevserê min da ji bîrkirin'
Ewil hevsera Kasim Alpsoy êdi sala 1994'an de hate windakirin Erdogan Alpsoy axivî û wiha got: "18 salin ez li hevserê xwe digerim. Lê niha êşa girtiyên ku ji bo daxwazên xwe ketine grevê êşa wan, êşa hevserê min derbas dike û êşa hevserê min bi min dide jibîrkirin. Birayê Kenan Bilgin Îrfan Bîlgin jî hesap bê birsîn. Serokwezîr jî wekî kujer bê dîtin.
Keça Ahmet Kaya ku di sala 1996'an de hate windakirin Emine Kaya Erbek ani ziman ku diyariya Erdogan di roja Cejnê de Bombeya gazê avêt mala wan û bombeya gazê ku ketibû hundirê mala wan nîşan da.
Neviya Abdulkerim Yurtseven Ayşe Yurtseven jî axivî û wiha got: "Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) Tirkiye mahkum kir. Lê dîsa berpirsiyar nehatin darizandin.
'Li gel îtîrafan bersûc nehatin darizandin'
Piştre li ser navê malbatan Başak Can daxuyanî da. Can, diyar kir ku Yurtseven, Ozeken û Saritaş hemû serlêdanên malbatê bê encam man û leşkerê bi navê Erhan diyar kiriye ku Serdar Yurdakul gotiye Saritaş û Ozeken serbest bên berdan jî dê Abdulkerim Yurtseven bê kuştin. Dîsa îtirafkarê bi navê Kahraman Bilgiç diyar kir ku Munîr Saritaş û Mikdat Ozeken di nava çaleke tabûrê de hatin veşartin. Can, da zanîn ku Bîlgîç aniye ziman ku Yurtseven avêtine çalek di nû wiha dawî li axaftinê anî. "Li gel ku DMME û PMME'ê Tirkiye mahkum kir jî disa hesap nehatiye pirsîn. li gel ku şahit hene jî dîsa bersûc nehatine darizandin.
Dayikan piştî çalakiyê xwest daxwaza girtiyan bê bersivandin û pirsgirek çareser bibe.
(mae)