Zarokên Rojhilat bê zimanê dayikê diçin dibistanê
BARAN EHMEDÎ / URMIYE - ROJNEWS
4 rojin li Rojhilat dibistan vebûne. Gelek zarok dîsa zimanê dayika xwe li malê bicih dihêlin û diçin dibistanan.
Dibistan li Rojhilatê Kurdistanê di rojên xwe yên destpêkê de ne. Ew zarokên ku heta duh bi porên vekirî li kolanan dilîstin, îro bi meqne’a (kefiya ku zarok li serê xwe dipêçin) ku diya wan li serê wan kirî, li hewşa dibistanê li hevalên nû digerin. Di çavên wan de şerm û heyecaneke zarokatî xuyaye. Em wek RojNews çûne dibistanek keçan a seretayî li bajarê Urmiyê ku di roja destpêka dibistanê de bûn û me xwest hestên wan fêr bin. Em bi zimanê Farisî silavê didin wan û dest bi pirs û meraxên xwe dikin.
Romîna û Ronak herdu cêwî ne. Kurd in. Piştî ku me zanî ew Kurd in, bi Farsî û kurdî me dest bi pirsên xwe kirin. Ronak di bersiva pirsên me de wuha dibêje: “Ez Farsî dizanim, dêw û bavê me ji ber ku dizanîn emê werin dibistanê, di nav malê de, li kêleka Kurdî, bi Farsî jî diaxivîn.”
Aylîn keça kurde ku qet farsî nizane û ti caran temaşeyî televîzyonên farsî jî nake. Ji xwe re li derdora xwe temaşe dike. Nizane çi bike û wê bi çi re rû bi rû bimîne.
Anahîta û Azîta jî xweîşkên hev in. Anahîta sinifa 3. û Azîta sinifa yekemîn e. Azîta pir şermoke ye. Em bi farsî pê re dest bi suhbetê dikin lê ew tenê bi serê xwe bersiv dide. Diyare ku hest bi xerîbiyê dike. Hinekî ji xwîşka xwe ya mezin fêrî Farsî bûye lê bi temamî nikare biaxive. Anahîta dibêje ez jî li dibistanê fêrî Farsî bûm.
Em bi du keçikên Azerî yên sinifa yekê re diaxivin. Esra û Sêvda. Esra dibêje ez li malê fêrî Farsî bûm. Dibêje dayîka min li mal ji Azerî zêdetir bi min re Farsî diaxive, loma ez ji mamosteya xwe baş fehm dikim.
Keça bi nave Êlahe ya Azerî (7) Farsî baş nizane û bi zimanê dayîka xwe bersiva me dide. Ew dibêje dayîka min li malê bi min re Azerî diaxive û mamosteya min jî, bixwe Azerî ye. Dema ez tiştekî nizanibim mamoste bi zimanê Azerî bi min dide fehm kirinê. Loma jî ez kêfxweş im û ezê demekê nêzîk de Farsî bi temamî fêr bibim.
‘min bixwe jî farsî nedizanî ku ez keça xwe jî fêr bikim’
Dayîka kurd ya li benda keçika xwe ya biçûke dibêje, sala destpêka xwendinê, ewê pir zehmetî kişandin. Ji ber ku Farsî nizanîbû dersa xwe de paş dima. Hem ji mamoste ditirsiya û hemjî şerm dikir. Dayîka Kurd digot mamosteya wê her roj ez gazî dikirim lê tiştek ji destê min nedihat, ji ber ku min bixwe jî Farsî nedizanî ku ez keçika xwe fêrî bikim.
Li gor pirsên me kirin û bersiva zarok û malbatên wan, diyare ku weke malbatên Azerî, malbatên Kurda jî êdî ji bo zarokên wan di dibistanê de tûşî pirsgirêka ziman nebin, car carna bi wan re Farsî jî diaxivin. Lê di piraniya malbatan de zimanê dayîkê tê axaftin û zarok di dibistanê de bi zehmetiyek mezin fêrî Farsî dibin.
‘Zarokên farsî nizanibin weke neserwext û kêmaqil tên dîtin’
Ji aliyê din ve, ji nişkave dûrketina ji malê, û ji aliyê din ve jî pirsgirêka ziman zexteke giran li ser derûniya zarokan dike. Zarokên kurda ji her kesî zêdetir têne tepisandin ji ber ku mamosteyên bi kurdî bizanibin, di dibistanan de kar nakin. Ji aliyê din piraniya mamosteyan hesasiyeta ziman li ber çav nagrin û zarokên ku zimanê Farsî nizanibin, weke neserwext û kêmaqil dibînin. Ev nêzîkatiya mamoste û karbidestên dibistanê, bandoreke neyênî li ser kesayeta zarokan dike. Bandora vê nêzîkatiyê jî pir bi zelalî di axaftina zarokan de dihate hîs kirin. Dema em bi wan re Farisî diaxivîn, pir hewl didan ku ji me tê bigîjin. Eger ku tê neghîştana jî, di ser rûyê xwe de nedianîn. Weke ku nezaniya Farisî ji xwe re şerm û kêmasî didîtin.
Sibê li Bakûrê Kurdistanê roja destpêka dibistana ye. Wê dibistanên Tirkan werin boykotkirin û zarok dixwazin bi zimanê dayika xwe perwerdê bibînin. Hestên ku zarokê li Rojhilat û Bakûr jiyan dikin hemane û zarok êdî naxwazin ji zimanê xwe şerm bikin û zimanê serdestan ji bo wan bibe zimanê herî baş ku tê famkirin.