'Zarokên xwe nekin qurbana YÎBO û malên cemaetê'
AMED (DÎHA) - Girtiyên Jin ên Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê bang li malbatên xwendekaran kir û xwest li hemberî polîtîkayên dewletê yên sîxuriyê hişyar bin. Girtiyan, xwest malbat zarokên xwe jî YÎBO û cemaetan dûr bixin û li zarokên xwe xwedî derkevin. Girtiyan diyar kirin ku li YÎBO û cemaetan polîtikayên pişaftin, sîxurî û weki din pêş dikevin û wiha got: "Em gelekî bi bîr û bawerî ne. Em geleki ku bi rûmeta xwe bîr û baweriya xwe ya herî xurd bidin gel in. Ez zarokên xwe û ciwanên xwe nekin qurbana cemaetê."
Girtiyên Jin ên siyasî yên Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê li hemberî polîtîkayên sîxurî û bişaftinê nameyek ji malbatên xwe re şandin û bang li hemû malbatan kirin ku bi hişyarî tev bigerin. Jinan di nameya xwe de polîtîkayên dewletê şirove kirin û wina gotin: "Dewlet li ser kurdan bi rê û rêbazên cuda polîtikayên înkarê dimeşîne. Politîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd her ku diçe zêde dibe. Ji bo neteweyekî winda bikin hemû polîtîkayên qirêj û êrîşên dijwar dimeşînin. Ji bo vê yekê jî li ser zarokên kurd polîtikayên xwe yên qirêj dixin meriyetê. Bi 10 salan in dixwazin zarokên kurd asîmîle bikin û wan bikin sîxur. Dixwazin wan bikin diz, tiryak û tev li karê fûhûşê bikin. Ji ber vê yekê saziyên dewletê jî ji xwe re dikin amûr. Di sala 1991'an de Tekoşîn Bûlcan a ji Nisêbîna Mêrdînê ji ber pirsgireka abarî malbotmê ew di 7 saliya wê de şandin YÎBO'yê. Di 9 saliya xwe de li baxçeyê YÎBO'yê rastî tecawizê hat. Pişt re wê dixin nava fihûşê. Ev hemû bi destê dewletê pêk tên. Piştre bi perwerdehiyên taybet wan dikin sîxur. Tekoşin Bulcan, di 11 saliyê de wê tev li karê tiryakê dikin û şantaj dikin. Bi vê yekê wê bi xwe ve girê didin. Dewlet piştî ew tam kirin sîxur şandin nava Baskê Ciwanan ê BDP'a Nisêbînê. Piştî tev li ciwanên BDP'ê bû dest bi belavkariya Rojnameya Azadiya Welat kir. Piştî dest bi belavkariyê kir agahî kom kirin û tev li çalakî û meşan bû û provoke kirin. Nêzî salekê di baskê ciwanên BDP'e de xebat meşand. Bulcan û 3 kesên wekî wê di bin navê "Avakirian KCK'ê ya Nisêbînê de di gulana 2011'an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê. Dewletê ji bo ku jiyana girtîgehê xera bike Bulcan şandin girtîgehê û xwestin agahî û geşedanên li girtîgehê bi dewetê re parve bike. Bulcan piştî 6-7 mehan ev peyvir pêk anî, li xwe mikur hat. Bulcan, li dadgehê serpêhatiyên xwe anî ziman. Bulcan, anî ziman ku ew bûye şahidê nepen ê dosya xwe û li gel wê 3 hevalên wê jî di heman rewşê dene. Dixwazin pişt re ciwanên kurd ên bûne sîxur bişînin çiyê û zerarê bidin têkoşînê. Dîsa ev kesên bi vî rengî di bin çavan de tev li îşkenceyê bûne.
‘Em 2 salan pê eleqeder bûn, lê nekarîbû têkiliya xwe ji dewletê qut bike'
Jinan di berdewama nameya xwe de anî ziman ku Bulcan li YİBO'yê pişti rastî tecawizê hat û şûnde xera bû û wiha got: "Bi 10'an ciwanên me di heman rewşê dene. Piştî çûn YİBO û cemaetan bûn sîxur û tev li karê dizî, tiryak û fiûşê bûn. Pişt re jî kirin sîxur û ketin nava civakê. D her qadê de wekî nexweşiyê belav bûn. Bulcan, di 21'ê Hezîrana 2012'an de ji Girtîgeha Merdînê li gel 20 jinan sirgunî Sêrtê tê kirin. Bulcan, piştî li Mêrdînê karê sîxuriyê kir, Sêrtê jî karê sîxuriyê kir. Piştî şandin Sêrtê bi hinceta nexweşî û dadgehê çû bi rayedardên dewletê re hevditin kirin. Dema hevdîtin pêk dianî tiryak didan wê. Pişti rewşa wê derket holê jinan xwest bibin alîkarê wê. Wekî Bulcan bi 100'an ciwanên kurd niha ji nirxên xwe dûr ketine û li hemberî gelê kurd tên bikar anîn. Em nêzî 2 salan pêre eleqeder bûn. Lê me nekarîbû wê ji dewletê biqetînin. Ji ber ku her tim zerar da me, em neçar man ku wê ji nava xwe derxin.
Banga malbatan
Girtiyan di nameyê de bang li hemû malbatan kir û xwez li hemberî van polîtîkayên dewletê baldar bin û zarokên xwe neşînin YÎBO û cemaetan. Girtiyan, da zanîn ku dewlet ji bo civaka kurd perçe bike û êrîşî nirxê gelê kurd baweriya gelê kurd bike û çanda kurdan têk bibe hemû rêbazên bişaftin û perçekirinê bikar tîne û ciwanên kurd dike nexweşî û dixe nava civakê. Girtiyan, xwest êdî ciwanên kurd û zarokên kurd bes bibin qurbana van polîtîkayên qirêj û her kes li zarokên xwe xwedî derkevin.
(mae)