Zarokên Êzdîxanê bi çanda xwe tên perwerde kirin-3
KELSÛMA ELÎ/RÊBER ŞENGALÎ
DÊRIK – Welatiyên Êzdî ku ji Êzdîxanê koçber bûne, zarokên ku ji fermana 74’an rizgar bûne, di hindirê kampa Newroz de ji bo zarok çand, ziman, baweriya xwe ji bîr nekin, di hemû aliyan de hatin perwerde kirin. Zarokên ji pencên qetîlamê reviyane, di hindirê kampê de jiyan nû û hêviyek nû di aliyê perwerdê û çand hûner dan avakirin.
Komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ku di 3’yê tebaxa 2014’an de li herêma Şengalê pêk hatiye, welatiyên Êzdî tirajediya vê komkujiyê hêjî dikişînin û heta niha di kampa Newroz a li bajarê Dêrikê de bi cih bûne û bendewarê vegera Êzdîxanê ne.
Şerên ku li cîhanê rû didin, bandoreke neyînî li derûniya mirovan dikin. Ev bandora neyînî herî zêde li zarokan dike. Li gel perîşantiyê û bêparmayîna ji jiyana xwezayî û xwendinê, dîmenê û wêneyên kuştinê di mejiyê zarokan de dimînin. Ji bo ku ev zarok vegerin jiyana xwe ya normal pêdivî bi xebatên ciddî û salan hene. Bi taybet di vê mijarê de behsa dijminekî hov ku ti ferq û cudahiyê naxe navbera jin, zarok û kesên bi temen, tê kirin.
Piştî ku welatiyên Êzdî yên Şengalê neçarî koçberiyê bûn û li Kampa Newroz a li Rojava bi cih bûn, gelek saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo jiyaneke bi rûmet ji koçberan re peyda bikin, alîkariyên xwe pêşkêş kirin. Yek ji astengiyên rastî Rêveberiya Xweser di vê mijarê de hatine ew e ku zarokan ji bandorên neyînî ya dîmenên komkujiyê rizgar bikin. Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ev misyon girt ser milê xwe û xebatên xwe di kampê de dane meşandin.
Konê Çand û Hunerê
Bi armanca pêşxistina afrîneriya zarokên di kampa Newroz de bi cih bûne û ji bo zarok ji rewşên şer bêne dûrxistin û bi çanda êzdiyatiyê ve bêne girêdan, di aliyên mûzîk, stran, dîlan û şanoyê de Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê di 20’ê cotmeha 2014’an de konek ji bo xebatên çand û hunerê di kampê de vegirtin.
Konê çand û hunerê ya kampa Newroz dibistaneke ji bo pêşxistina afrîneriya zarokan vekir. Her wiha ji bo dîmenên komkujî û şer ji mijiyê zarokan bide jibîrkirin, gelek xebatan dimeşîne.
Di konê çand û hunerê de 280 zarokên ku temenên wan di navbera 13 û 18 salî de ne xebatên çandê dewam dikin. Zarok li gelek beşan hatine dabeşkirin. Beşên ku di kampê de hatine avakirin ev in: “Şano, mûzîk, dîlana folklorîk, şêwekarî, zimanê kurdî, zimanê ingilîzî, ola Êzdî û werzîş.”
Hemû beşên perwerdeyê ji aliyê mamosteyên pispor ve tên meşandin. Konê çand û hunerê rojane ji bilî çarşemê saet di 08.00’an de dest bi xebatên xwe dike û saet di 15.00’an de bi dawî dike.
Armanca sereke aramiya derûniya zarokan e
Derbarê kar û xebatên konê çand û hunerê ya kampa Newroz de, Rêveberê konê çandê Hisên Sebrî diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku zarokan vegerînin jiyaneke normal û dîmenên komkujî û şer bi wan bidin jibîrkirin û wiha got: “Ev yek bi vekirina derfetên li pêşiya zarokan çêdibe. Ji bo zarok baweriya xwe bi xwe bînin divê hestên xwe bi mûzîk û çalakiyên cûda derxinin derve.”
Sebrî destnîşan kir ku projeya wan heta asteke mezin bi serket û zarokan bêtir baweriya xwe bi xwe anîn û li ser vê yekê gelek çalakiyên hunerî di gelek boneyan û cejnên kurdî û êzdî de hatin lidarxistin.
Çespandina çanda êzdiyatiyê
Mamosteyê mûzîkê di konê çand û hunerê de Mesûd Niso diyar kir ku wan di destpêkê de gelek astengî kişandin û welatiyên koçber zarokên xwe nedişandin perwerdeyan. Lê piştî dîtin ku ev perwerdeyên di konê çandê de tên meşandin bi armanca parastina çanda êzdiyatiyê û pêşxistina afrîneriya zarokan e, hemûyan zarokên xwe şandin û niha 280 zarok di navendê de hene.
Niso got ku bi dawîkirina qonaxa yekemîn ji perwerdeyê û derbasbûna qonaxa duyemîn gaveke mezin ji bo zarokên welatiyên Êzdî bû. Niso destnîşan kir ku hemû zarok bi dilgermî beşdarî perwerdeyan dibin.
Komên hunerî, beşdarî munasebetên cuda dibin
Piştî mehekê ji perwerdeyê koma Kulîlkên Şengalê ya dîlanê, koma Laleş a şano û koma Êzdîxan a stranan hatin avakirin. Ev komên hatine avakirin beşdarî hemû munasebet û cejnên di kampê de dibin û Navenda Dicle ya Çand û Hunerê jî van munasebatan bi rêve dibe û beşdarî wan dibe.
Rêveberê konê çand û hunerê Hisên Sebrî diyar kir ku ew ji bo beşdarî mîhrîcana zarokan ku di 2’yê tebaxa 2015’an de li bajarê Qamişl tê lidarxistin bibin û amadekariyên xwe dikin.
Di aliyê şêwekariyê de jî konê çand û hunerê gavên mezin avêtin. Her wiha pêşangeheke berhemên şêwekariyê yên zarokên kampê di 25’ê hizêranê de vekir.
Di pêşangehê de gelek tabloyên şêwekariyê ku zarokan têde trajediya welatiyên Êzdî vedibêjin, hatin pêşandan. Her wiha gelek tabloyên derbarê çand û edetên welatiyên Êzdî de û yên berxwedana YPG’ê, YPJ’ê û YBŞ’ê diyar dikin, hatibûn pêşandan.
Mamosteyê şêwekariyê Salih Umer derbarê armancên perwerdeyên şêwekariyê û vekirina pêşangehan de diyar kir ku armanca sereke ew e ku afrîneriya zarokan pêş bixin û dîmenên şer û komkujiyan bi wan bidin jibîrkirin.
Beşdarbûna keçikan di konê çand û hunerê de ber bi çav e
Çavdêra beşê keçikan di konê çand û hunerê de Dicle Elî diyar kir ku wan hemû keçik bi gelek alavên mûzîkê perwerdekirine û hemû keçikan perwerdeya xwe ya kilîtên mûzîkê û rîtmê dîtine. Her wiha gelek perwerdeyên solfêj jî dibînin.
Mamosteyên zimanê kurdî hatin perwerdekirin
Beşên zimanê kurdî û ingilîzî yên di konê çand û hunerê de balê dikişînin ser perwerdekirina zarok û ciwanan bi rêzimanên zimanê kurdî û perwerdekirina meteryalan. Li gorî rêveberên konê çandê di vî alî de jî gavên mezin hatin avêtin û beşê zimanê kurdî 20 ciwanên kampê wekî mamoste amadekirin û ji bo perwerdekirina zarokên kampê ji aliyê Rêxistina UNICEF ve di kampê de hatin erkdarkirin.
Rewşa zarokan beriya salekê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê tî û birçî reviya bûn, li hemberî rewşa wan niha di kampê de mirov dikare bêje gelekî cuda ye.
Perwerdehî û perwerdeya di kampê de
Perwerde û fêrkirina zimanê kurdî di Kampa Newroz de ji destpêka vekirina kampê dest pê kir. Akademiya Celadet Bedirxan a girêdayî Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) sê mamosteyên pispor ji kampê re şandin û bi fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê kurdî erkdar kirin.
Piştre Komîteya Perwerdeyê ya Kampê dibistanek bi navê Şehîd Cemal Hot di kampê de vekir. Dibistan ji 8 konan pêk tê û dewama dibistanê jî saet di 08.00’an de dest pê dike û saet di 13.00’an de bi dawî dibe. Di destpêkê de nêzî 40 ciwanan navên xwe têde qeyd kirin.
Di 13’ê sibata 2015’an de bêtirî 500 şagirtên di kampê de navên xwe di dibistanên seretayî, navîn û amadeyî de qeyd kirin. Dibistan ji aliyê komîteya perwerdeyê bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê û Heyva Sor a Kurd hate amadekirin.
Bi armanca pêşxistina meteryalên dibistanê, Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Cizîrê û Heyva Sor a Kurd sîstemeke nû ji bo dibistanê re danîn û hemû meteryalên zanistî daxistin dibistanê.
Derbarê meteryalên di dibistanê de tên perwerdekirin, heman meteryalên di dibistanên fermî yên Şengalê ne û hemû şagirt li gorî rêz û astên wan hatin dabeşkirin.
Di 6’ê adara 2015’an de Rêveberiya Kampê li ser daxwaza 49 mamosteyên kampê û li ser daxwaza mamosteyên rewşa derûnî û civakî yên girêdayî Heyva Sor a Kurd dewreyeke perwerdeyê bi hevkariya Akademiya fikr û ramanên azad organîze kir.
Di vê perwerdeyê de şagirtan waneyên derbarê çand, exlaq, dîroka Kurdistan û êzdiyan, jin û malbat, netewa demokratîk, rastiya rêvebertiyê, rexne û rexnedayîn û welatparêzî hatin dayîn.
Di 31’ê adara 2015’an de bi armanca bilindkirina asta fikrî ya koçberên kampê, Tevgera Azadî û Demokrasiya Êzdiyan dewreyeke perwerdeyê vekir. Di vê perwerdeyê de 40 koçber beşdar bûn. Ev perwerde 15 rojan dom kir û têde waneyên derbarê civaka xwezayî, rastiya rêvebertiyê, dîroka jinan, welatparêzî, çand û exlaq, dîroka êzdiyan, netewa demokratîk, rêveberiya xweser û hin waneyên din ên fikrî hatin dayîn.
Di 7’ê gulana 2015’an de Akademiya Celadet Bedirxan a ziman û wêjeya kurdî perwerdeya 7 mamosteyên pispor ku 3 mehan dom kir, bi dawî kir.
Derbarê mijara perwerdehiyê de Rêveber û Çavdêrê dibistina Şehîd Cemal, Şîvan Seîd diyar kir ku wan karibû ku jiyana xwe di kampê de normal bidomînin û nifşekî nû ji êzdiyên Kurd amade kirine.
Şîvan got ku ew wekî Komîteya Perwerdeyê ji bo ku perwerdeya koçberan pêş bixin bi hemû hêza xwe tevdigerin û ew gelek waneyên taybet bi çanda êzdiyatiyê di dibistanê de didin.
Sêvan di dawiya axaftina xwe de spasiya aliyên ku alîkariya wan di vekirina dibistanê de kirine û pêdiviyên dibistanê peyda kirine, kir.
(jh/ra)
ANHA