Zarokên Şengalî yên zû mezin dibin VIDEO!
Li biçûkaniya temenê wan nenihêrin, wan li nava beden û temenê xwe yê biçûk, jiyaneke mezin vehewandin. Zarokên Şengalî ji şer zerar dîtin
ŞENGAL - MEHDÎ DOGAN / ANF Li biçûkaniya temenê wan nenihêrin, wan li nava beden û temenê xwe yê biçûk, jiyaneke mezin vehewandin. Zarokên Şengalî ji şer zerar dîtin. Zarokên Şengalî yên di temenê çûyîna dibistanê, dîtina dersan an jî lîstina bi hevalên xwe re ne, di nava mercên jiyanê û şer de mezin bûn. Dibe ku 4, 5, 6 an jî 7 salî bin. Lê belê her yek jê şoreşgerên biçûk ên di nava berxwedanê de ne. Yek ji zarokên şoreşgerên wî temenî yên xwedî dilekî mezin, Felah Rekan e.
Felah Rekan 7 salî bû. Ya bi serê wî de jî hat fermana 73'an bû. Hêrsa 73'an bû. Ya ku dilê wî yê biçûk êşand û mezin kir. Felah ê di 7 saliya xwe de li hemberî kanserê winda kir, mîna zarokên heman temenî xwest, zû mezin bibe. Temenê wan çiqasî biçûk be jî, ya bi serê wan de hat xwest, wan zû mezin bike.
Hezkirina Felah a ji gerîla re, piştî komkujiya 3'ê Tebaxê derket asta herî bilind. Hezkirin û heyrantiya wî ya li gerîla, ew ber bi aliyê gerîla ve dikişand. Ji ber vê yekê lingên wî yên biçûk, ew ber bi acihên gerîla ve dibir. Nedixwest bikeve hundirê konên ji naylon ku malên herî bedew ên Şengalê ne. Ya ku bi temenê xwe yê zarokatiyê re dît, ew zû mezin kir û bi çavên temendirêjan li cîhanê dinêhirî, dixwest bibe mîna lehengên gel, gerîlayan. Ancax bi vî rengî dikarîbû hilanîna tola ewçend êşa giran a di temenê biçûk de dan ser pişta wî.
Tevî ku temenê wî biçûk bû jî, bi nexweşiya pê ket re mezin bû. Li hemberî vê nexweşiya ku mezin jî li hember winda dike, wî bi hêviyên xwe li ber xwe da, dema berxwedanê bû. Ji ber vê yekê ye, mîna dilê wî temenê wî jî dixwest mezin bibe. Bi bedena xwe ya biçûk re herçend hewl dida li ber xwe bida jî, beriya hefteyekê nesax ket û ji bo tedawiyê ew şandin Hewlêrê. Li hemberî nexweşiya kanserê, bedenê wî yê biçûk nekarî zêde li ber xwe bide.
Felah, tevî wî emrê xwe yê biçûk ewçend mezin bûbû, ewçend xeyalên bedew ji xwe re çêkiribû, dixwest van xeyalên ku cîhana wî dixemilînin pêk bînin û bi van gotinan wasiyet li me mezinan û lehengên cîhana wî xemilandin, dikir.
WASIYETA MIN
Bavê wî ji fermandarên YBŞ'ê Rêkan Şengalî: Kurê min digot ew dixwaze zû mezin bibe û tevlî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibe. Lê belê vê nexweşiyê nehişt kurê min xeyalên xwe jî pêk bîne. Wî jî mîna zarokên Şengalî nekarî xeyalên xwe bixemilîne. Hînê xwe negihandibû emrê ciwandiyê, di 19'ê Gulana 2015'an saet di 2'an de li nexweşxaneya Hewlêrê bi van gotinan çavên xwe yên biçûk li jiyanê girt.
Ji min re got; 'Eger ez bimirim min li Şehîdgeha Şengalê li cem lehengên gelê min veşêrin. Dibe ku mîna wan min nekarîbû gelê xwe rizgar bikim, lê dilê min bi wan re bû. Ji ber vê yekê min ji rêhevalên min ên her tim li cem wan dibeziyam veneqetînin, min li cem wan veşêrin. Û di merasîma min de posterê Rêberê min, roja gelê min ku gelekî jê hez dikim lê min ew qet nedîtiye bipêçin, ku her sibehê ez roja xwe Rêber Apo yê ku ji roja her sibehê berê xwe didimê mezintire, bibînim. Bi xeyala dîtina wî, min li hemberî ewqas êşê li ber xwe da. Rêberê min bû ku hînê min kir divê ez li hemberî van êşan li ber xwe bidim. Ji ber vê yekê di mirina min de, min ji vê mehrûm nehêlin.'
Bav Rêkan Şengalî anî ziman ku wan daxwaza şervanê biçûk ê YBŞ'ê bicih anîn û spasiyên xwe pêşkêşî hemû rêhevalên wî yên tevlî merasîmê bûne, kir.
WASIYETA FELAH Ê YBŞ'YÎ BICIH HAT ANÎN
Wasiyeta Felah Reka ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve bicih hat anîn. Ji bo Felah danê sibehê merasîmeke leşkerî hat amadekirin. Ew bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêçandin û wasiyeta wî bicih hat anîn. Dûre jî gel û şervanên YBŞ'ê yên tevlî merasîmê bûn, gora Felah maçî kirin û kulmek ax ji gora Felah girtin û diyar kirin ku ew ê xeyalên Felah bicih bînin. https://www.youtube.com/watch?v=ludn4ORExmk